Girtiyekî din ê nexweş canê xwe ji dest da
.
Girtiyê nexweş ê Kurd Abdullah Varişli canê xwe ji dest da.
Abdullah Varişli ku li girtîgeha navçeya Oltiyê ya Erziroma Bakurê Kurdistanê girtî bû, bi salan e tedawiya penceşêrê werdigirt.
Li gorî nûçeya MAyê, doh xwîn ketiye nav hinavên Varişlî û tîmên tenduristiyê ew biriye Nexweşxaneya Zanîngehe Wanê.
Lê girtiyê Kurd, tevî hewldanên bijîşkî canê xwe ji dest daye.
Cenazeyê Abdullah Varişli ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin û li gundê Emerînê yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat veşartin.
Li gorî raporeke Komeleya Mafên Mirov a Tirkiyeyê (ÎHD) sala 2022yan 78 û di 5 mehên despêka 2023yan de jî 15 girtiyên nexweş li girtîgehên Tirkiyeyê canê xwe ji dest daye.
Li gorî heman raporê, li girtîgehan hezar û 517 girtiyên nexweş hene û rewşa 651 nexweşan giran e.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin