GIYAV: Haya zarokên Kurd ji dersa hilbijarte tune ye
.
Weqfa Alîkakariyên Mirovî û Koçê (GIYAV) li Amedê ji bo şopandina bikaranîna zimanê dayikê ya zarokan raporek amede kiriye û di wê raporê de diyar kir ku haya zarokên Kurd ji dersa hilbijarte ya bi Kurdî tune ye û yên ku haya wan jê heye jî nikarin wê dersê bistînin.
Weqfa Alîkakariyên Mirovî û Koçê (GIYAV) ji bo şopandina mafê zimanê dayikê yê zarokên Amedê û rakirina astengiyên li pêşiya vî mafê wan raporek amade kir. Rapor di encama 3 meh xebatên meydanî de hatiye amade kirin.
Di raporê de ligel 60 kesên ku ji 20 zarok, 12 malbat, 12 Rêxistinên Civaka Sivîl, 6 mamoste, 2 damezrênerên dibistanê, 3 rêveber û 5 hunermend û xebatkarên medyayê pêktên, hevdîtin hatine kirin.
Di raporê de ji 20 zarokên ku beşdarbûne zimanê wan yê dayikê hatiye pirsîn. Ji wan 10 zarokan diyar kiriye ku zimanê wan yê dayikê bi Kurdî ye û ew li malê jî bi piranî bi wî zimanî diaxivin, 7 zarokan jî gotiye zimanê wan yê dayikê bi Tirkî ye, 3 zarokan jî gotiye ku zimanê Tirkî û Kurdî zimanê wan yê dayikê ye û yên mayî jî diyarkirine ku ew di jiyana xwe ya civakî de ji bo ragihandinê zimanê Tirkî bikartînin.
GIYAVê di raporê de têkildarî dersa hilbijarte ya "Zarava û Zimanên Zindî" de jî da zanîn ku ji 20 zarokan haya 9 zarokan ji vê dersê nîne, herwiha ji 11 zarokên ku haya wan jê heye, 7 zarokan jî di ser hilbijartina dersê jî nekarîne dersê bistînin û sedema vê yekê jî nizanin.
Di raporê de malbatên ku ligel wan hevpeyvîn hatiye kirin, dan xuyakirin ku mafê hilbijartina van dersan li ser kaxizê heye û di pratîkê de tiştek tune ye.
Herwiha malbatan eşkere kir ku ji bo dana van dersan kadro nehatine vekirin, budceyek nehatiye terxan kirin û rêveberên dibistanan li şûna van dersên bi zimanê dayikê, berê malbatan didin dersên olî.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin