Gorî Êzdînasîna min, çarşema serê nîsanê ne destpêka serê sala Êzdîtiyê ye
Kemal Tolan
Hêjayan, ez ne ilimdar û oldarek im û ez li gorî Êzdînasîna xwe dibêjim, hesabê salnama Êzdiyatiyê di qewil. Ilim, heqîqet û terîqetên ku, bapîrên me Êzdiyên Xaltaniyê ji me ra bi hezarên salan ve hîştine de zelal e.
Ilimdarên Xaltaniyê vêga jî dibêjin*, meyandina dinya yê di meha kanûn qedim de çêbuye û serê sala Êzdîtiyê jî di destpêka meha kanûn tex de destpêdike.
Keremkin li "qewlê mehan“ guhdarî bikin û binêrin , ew dêje:
"Ji qewlî Fexrî zergûna,
here bi herf e û ye bi nasîn e
Roja binyata vê dinya yê danîne,
ew roj bi xwe kanûne.“-qedim
Di vir de zelaldibe ku, meyandina dinya yê di vê meha kanûn"qedim“-12- de ye û ev rikna bi riza Xwedê û Milyaketan di destpêkiriye.
Lewma jî rojiyên îda Êzî di vê meha kanûnê de destpêdikin û îda Êzî ji di roja îna yekemîn hefteya kanûnê de têpîrozkirin. Çi gava sieta ev meha kanûna qedim-pêşî di êvara 13 meha 1 ya salnama mîladî de biqede û 14 wê destpêbike de, hingê dibe serê sala Êzdiyatiyê.
Dîsa bi dîtina min û keremkin li „qewlê zebûnî meksûr“ guhdarî bikin û binêrin , ew dêje:
"Piştî çil hezar sal bi jimare
Heta Laliş ji jor ne di hate xware
Erdê bi xwera negirtiye hêjare
Dema ku Laliş dihate
Pê şîndibû çend û nebate
Bi xwe ra zeyînandiye kinyate“
Di vir de jî zelaldibe ku, canê min bigorî Tawisî Melek, bi raya Xwedê di roja çarşema serê nîsanê de hatiye ser ruyê erdê û jiyan berdaye axê. Lewma em dibêjin, roja çarşema serê nîsanê destpêka jiyanê ye û ne roja serê sala Êzdîtiyê ye.
Ez li gorî ku di ilm, qewl, dua, cimayî , îd-cejin û çanda Êzdiyatiyê de têzelalkirin dibêjim, pîvana sersala me Êzdiyan (Kurdan) bi tevgera erdê(dinyayê), ya ku li dor jojê tê gerandin ve girêdaye û ev salnama me Kurdan a herî raste.
“Em î kêmin, yê tamam Xwedê ye” !
Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşop-zargotina Êzdiyatiyê 09.04.24
* Hevpeyvîna bi rêzdar Feqîr Şerîf Heso ra
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin