Gotin û kiryar hevûdin nagrin, ji ber ku gotin nerasyonel in.
Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê, herweha serokê herêma Kurdistanê, serok Barzanî bi helkevta salvegera damezrandina PDKê pîrozbahîyek arasteyê kadir, alîgir û endamên partiyê kirîye û di peyama xwe da bal kişandiye ser rastiyek dîrokî û gotiye, "Ji bilî serxwebûnê ti rêyek din li pêş Kurdistanê nîne."
Rast e, ti rêyek din nema ye, ev rastî û mafekî dîrokî ye, lê mixabin ji ber gellek sedeman heta îro hêj pêk nehat.
Bê guman, wekî têt zanîn gellek sedemên vê rewşa bindestiyê hene, lê sedema herê mezin neyekrêzîya nav mala Kurdî e.
Herkes û dewrûberên siyasî hemfikir in, ku îro derfetek zêrinê ketiye ber destê Kurdan, lê mixabin hinek kes ketine dûv berjewendiyên aborî û siyasî li dijî rapirsînê tevdigerin, helmeta "nexêr" dest pê kirine.
Bila bêt zanîn ku dîrok kesên helmeta "nexêr" destpêkirine dê jibîr neke û pelkek reş terxan bike, nifşên tê dê her dem zanibin kî/kê li dijî dewleta serbixwe bûn.
Ev kes û dewrûber ne tenê xerabiyê bi xwe dikin, herweha bona paşeroja nifşên tê yên malbata xwe jî, bi gotinek herê sivik neqenciyê dikin.
Serketina rapirsînê û ragihandina Kurdistana serbixwe biryarek neteweyî ye û proseya sereke ya berî her tiştî ye, bêşik li ser rêveberina kar û bar lome, gazinc û rexne dê hebin, lê nabe ev li ber serketina rapirsîn û ragihandina serxwebûnê bibin nakok û dijayetiyên girîft.
Serbixwebûn ne bona demek diyarkirî ye, bona her demê ye, îro partiyek li ser e, siba yekî din, ango kes, komele û partî îro hene lê çend salên din em nizanin encax dewlet dê herdem hebe û her kîjan hêz piştevanîya ji gel bistîne ev dibe rêveber.
Di destpêkê da demokrasîyek tam nebe jî, ji demê ra ev derfet dê rû bide û her kîjan hêza siyasî bona welêt projeyên baş hebin, bê guman ev dê biserkeve.
Ev derfet divê ji dest neyê berdan, neteweya Kurd îro an, çend salek din, her hal dê serbixwe be, xwedan dewleta xwe be.
Bi bawerîya min, her çiqas nebidilê wana be jî dagirkeran ev rastî fam kirin, ger hûn bala xwe bidin, pêywendiyên wana ne wekî berê ne, bo mînak ne wekî bîst, sih salî berê.
Êdî mijara Kurd û Kurdistanê bona wana ne mijarek hevpar e, li ser ne hevpeyman in, hinek mijarên dinê hene ku yekser bi berjewendiyên wana va pabend in û ev rewş li kêrî doza Kurdistanê têt.
Îro him berjewendî û him jî pêywendî êdî piralî bûne, gellek derîyên nû hatine vekirin, pêywendiyên curbicur hene.
Bîst, sih sal berê, taybetî dewletên dagirker li ser siyaset û dijberîya neteweya Kurd yekgirtî bû, siyasetek hevpar dimeşandin, hevpeyman bûn, heta ceribandinên xwe bi hevra parve dikirin.
Lê îro, ne rewşa cîhanê û ne jî rewşa herêma Rojhelata Navîn û peywendiyên dagirkeran ne wekî berê man.
Îro, li herêmê kaosekî kûr heye, hemû cîhan li herêmê ye, berê bi berjewendiyên xwe yên aborî, lê îro bi eskerên xwe, bi çekên xwe li herêmê ne.
Li hinek deran baregehên eskerî yên bejayî û hewayî vedikin ev nêşita mayîna demek dêrij e, ji ber ku ewlehîya wana bi aramî û tine kirina tûndîya li herêma va pabend e.
Ev dike ku pêgeha herêmê bi giştî bikeve ber guhertinê.
Berê jî min gotibû, pêgeha herêmê li dijî neteweya Kurd hatiye bi cî kirin, leqandin û rûxandina vî pêgehî, ger Kurd rêxistinî bin û li ser daxwazên neteweyî û demokratîk yekgirtîbin, ji kaosa herêmê dê stêrkek bibriqe, ev jî Kurdistana serbixwe ye.
Berê dewletên dagirker, ragihandina serbixwebûna Kurdistanê wekî nemana xwe bawer dikirin, lê ji demê ra û di encama guhertina rewşa herêmê dîtin, ku ev bawerî ne rast e.
Îro, him Îran û him jî Tirkîyê bi milyar dolaran hinarde (îhracat) dikin, tenê hinardeya Tirkîyê nêzikî şeş milyar dolar in (berê alozîya Iraqê 8 milyar dolar bû).
Du hêz hene ku di herêmêkê da an di seranserê cîhanê da dewletan dikin xwedan rolekî girîng, ev jî aborî û hêza eskerî ne.
Ger mirov bi hûrgilî lêbinire, bingeha bihêzbûna dewletan ya herê girîng aborîyek bi hêz e.
Dewletek hinardeya wê ne bi hêz be, ango teknolojîyek bilind û çavkaniyên wekî neftê jî tine bin, di cîhana îro da nikane her tiştî bi dilê xwe bike.
Mînakek gellekî balkêş e, herdu dewlet, ango Îran û Tirkîyê li hêlekê dijberîya rapirsînê dikin, li hêla din Îran bi başûrê Kurdistanê va rêkevtinên nû, Tirkîyê li kêleka deriyê Xelîl Brahîm derîyekî nû û mezintir vedike.
Pêş gotinek me Kurdan heye, dibêjin "das li kuderê, weris li kuderê", ango gotin û kiryar hevûdin nagrin, ji ber ku gotin ne rasyonel in.
16.08.2017/Semsûr
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin