Gotinên Pêşîyan ên Kurdî
Siddik Bozarslan
A: 812 (162+154+161+169+166)
Av, ar û mar li cem hev nabin.
Av, avayî ye.
Av, ava biçûkan; peyv, peyva mezinan.
Av, berê ya biçûka ye; nan, ê mezina ye.
Av diçe avayîyê.
Av dinive, neyar nanive.
Av, hem dîn e; hem dinya ye.
Av, awrazî (berjor) naçe.
Av bi avê vedijî.
Av, bi bêjingê nayê.
Av, bi bêjingê berhev nabe.
Av, bi dilop dilop kevir qul dike.
Av, bi dilopan kevir qul dike.
Av, bi dîwêr ra hilnakêşe.
Av bila te bibe, lê di ser pira namêrdan ra derbas nebe.
Av, erdê dixemilîne; por jî microvan.
Av çiqas di gola (n) da bimîne, ewqas jî genî dibe. (…ewqas digemire.)
Av, çiqas kêm be; co ziwa nabe.
Av, darê ji kokê hildike; paşê wê şîn dike.
Av dere avanîyê.
Av diçe, lehî li cîyê xwe dimîne.
Av diçe, lê aş li cîyê xwe dimîne.
Av diherike, qûm li pey dimîne.
Av, dilop bi dilop dibe golek mezin.
Av, di bêjingê da nasekine.
Av, di cîyê nizim da diçe.
Av, di cîyê zirav da vediqete.
Av, di cîyê teng da deng dide.
Av dinive (disekine, radize), neyar nanive.
Av, di gola da dimîne; jin/kevanî, di mala da dimîne.
Av, di golan da nayê xwedîkirin; jin, di malan da nayê veşartin.
Av di golê da, mêvan di malê da genî dibe.
Av, di golê da genî dibe.
Av, di ser xwarinê da ye.
Av dikeve cîyê teng, deng dide.
Av girik bibe wê li hev keve.
Av, her tiştî dişo; lê eybê/şermê naşo.
Av, her tiştî dişo, lê bêbextîyê naşo.
Av, heta nekeve cîyê teng; deng jê nayê.
Av, heya (heta) girik nebe; zelal nabe.
Av, li agir nayê kirin.
Av, li agirê tendûrê nekin.
Av, jîyan e.
Av, ji çîyan diherike; li newalan xwe dide der (belav dibe).
Av, ji êgir natirse.
Av, ji kanîya neçaran nayê.
Av, ji kanîyê; nan, ji banîyê.
Av, ji xwe ra rê çêdike; paşê hildikişe.
Av ku bi ser xwe tê, ji rê dertê.
Av ku gur dibe, ji rêya xwe dertê.
Av, li cîyê nizim diçe.
Av, li hev nekeve; masî nayên girtin.
Av li gewrîyê, gewrî xeniqî.
Av li ser masî, masî hişk bû ji tînan.
Av, nagihîje tavê; tav tê ber avê.
Av, navbera neyaran zelal dike.
Av pak e.
Av, paqijîya dinyayê ye.
Av, rih dide; lê, distîne jî.
Av, rîya xwe dibîne.
Av, rîya xwe bi xwe nasdike.
Av, ronayî ye; jê netirse.
Av, ser avahîya diçe.
Av, şûna nên nagire.
Av, tê xwestin; lê nan, nayê xwestin.
Av xew dike, dijmin xew nake.
Av xwînê, xwîn xwînê.
Av, xwînê dişo; lê xwîn, avê naşo.
Av ya biçûkan e; xeber ya mezinan e.
Av zane, avayî di ku da ye.
Av zane hinav li ku ye.
Av û agir di tasekê da nasekinin.
Av û agir, li hev nayên.
Av û agir razên, dijmin ranazê.
Av û agir disekinin, lê dijmin nasekine
Av û ar, ti car nabin yar.
Av û avayî, nav û navdarî.
Av û îman, li cem hev in.
Ava biçûk lê herikî, çêtir e ji ava mezin lê sekinî.
Ava bin kayê, deng jê nayê.
Ava bin kayê ye; kes nizane rê di ku ra ye.
Ava birje, berhev nabe.
Ava bîra, bi tedbîra.
Ava bîrê, bi bîrê tehl e.
Ava bêpir, mîna mirovê bêkeç û kur.
Ava çe(ê)m xuşxuş e; koçer nabêje, dew tirş e.
Ava çeman çi qas şîrîn be; di deryayê da şor dibe.
Ava cemidî, ji kanîyan qut nabe.
Ava cihê teng, dide peng û reng.
Ava çavan, agirê evînê natefîne.
Ava da serî; çi bihustek, çi çar tilî.
Ava diherike, coya xwe çêdike.
Ava dînan, ber bi jor ve dimeşe.
Ava du biran, naçe ser hev.
Ava dûr, tînbûna zêde naşikîne.
Ava dike guregur, netirse; ava ker bitirse.
Ava girs, bê pel nabe; dilê egîdan bê eşq nabe.
Ava girs, bêyî pêl nabe; dilê egîdan bêyî êş nabe.
Ava golan, bê tevger e.
Ava gur netirse, ava nerm dijmin e.
Ava gur, tir û vir; ava nerm, saw û se.
Ava hindik, mirov naxeniqîne.
Ava hêdî hêdî, me ecêb jê dî.
Ava kanîyan kêm dibe; şîrikê serê keçelan kêm nabin.
Ava kûr, deng jê nayê.
Ava kûr, hêdî diherike.
Ava lehîyan, da ser gelîyan.
Ava li ser berûyê, zava bi dilê xesûyê.
Ava li ser gûzê, zava bi dilê qîzê.
Ava mirîya, naçe ser hestîyan.
Ava mirîyan, nerijîne nava derîyan.
Ava pir, serhevraz jî diçe.
Ava rijîyayî, nayê berhev kirin.
Ava rûya pêşkek e; ger birijê, meşkek e.
Ava sar, tu bi ser çi da diçî xwar.
Ava sar, di zikê birçî da naçe xwar.
Ava ser berûyê, weke zavayê dilê xweşîyê.
Ava şidîyayî metirse, ava nerm bitirse.
Ava tenik, bi deng e.
Ava xortan, serenraz (berqamê-berjor) jî diçe.
Ava xwestî, naçe hestî.
Ava xwestî, naçe serî.
Ava zelal, jina delal.
Ava zelal, tê da xuya ye xem û xeyal.
Ava zimzim, pêve dibezim.
Ava zor, hewraz (berjor) diçe.
Avaya mala, li ser kevanîya mala.
Avayî, nabe bê asas; mirov bi rojî û limêj, nabe xilas.
Avahîya mirov, sitarîya serê mirov e.
Avayîya bê hustûn, zu hildiweşe.
Avayîya gund, ji panbûnîya rê dîyar e.
Avayîya ku dû jê here, venamire.
Avayîya ku dû jê kişîya, xaneyeke şên e.
Avayîya malekê, şênayîya gundekî.
Avayîya malekê, şana êlekê.
Avayîya malan, bi destê jinê ye.
Avdana daran, di devê gîsinê ajotinê da ye.
Avdar, wek jinebî ye; eger dikene, eger digirî.
Avdarê, şev û roj hatin qerarê.
Avşîn, bi devê se naherime.
Avê aş birîye, kesê hayê tune.
Avê aş birîye, teze (kes- zilam) pey çeqçeqê ketî.
Avê aş birîye, tu pey çeqçeqê ketîyî.
Avê, da navê.
Avê ku da li serî; çi bihustekî, çi çar tilî.
Avê bikute, her av e.
Avê bîne ji kanîyan, jinê bîne ji eslîyan.
Avê kanîyan kêm dibin; lê sîrikên serê keçelan kêm nabin.
Avê li êgir kin; êgir li ser êgir nekin.
Avê ra lîstik nabe.
Avê vexwe ji kanîesîlan, ne ji mesîlan.
Avê vexwe ji kanîyan; jinê bîne ji eslîyan, tu bibînî ecêbîyan.
Avê ez birim, ez li tîna mirim.
Avên biçûk, masîyên hûr lê digerin.
Avzêr kirin teneke; dîsa kire teqereq.
Ayetên Xwedê pir in; meztirê wan însan e.
Ayînê bizina kol, ji bizina qorç ra namîne.
Ayîne kesî ji kesî ra namîne.
Azadî, firehîya cîhanê ye.
Azadî hat dinê,zimanê lal jî vebû.
Azadî hat dinê, zimanê lal hat vekirinê.
Azadî, ji jîyanê hêjatir e.
Azadî, ne ya kesî ye; ji bona her kesî ye.
Azadî xweştir e ji hemî tiştî.
Azadîyê bêhtir tiştek giranbuha nine.
Azaya bi tirs, bila qet tunebe.
Azebê (rêberê) mala xwe be, paşê yê xelkê be (9)