Grûpa Emşatê baceke nû li xwediyên guvaştekên zeytûnan sepand

Grûpa Emşatê baceke nû li xwediyên guvaştekên zeytûnan sepand

.

A+A-

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, grûpa Siltan Silêman Şahê baceke nû li ser xwediyên guvaştekên zeytûnan sepand.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku grûpa Siltan Silêman Şah ku wekî "Emşat" jî tê naskirin “2 hezar û 500 dolar wekî baca bi zorê bi ser xwediyên guvaştekan de sepandiye.”

Şêxo da zanîn ku fermandarekî grûpa Emşatê yê bi navê Ebû Mûaz el-Dixêm, xwediyên guvaşteke roja yekşemê agahdar kirine ku divê 2 hezar û 500 dolarî wekî bac bidin.

Herwiha hat ragihandin ku fermandarê navborî heta nîvroja duşemê dem daye xwediyên guvaştekan da ku baca xwe bidin yan jî ew dê rastî girtin û şkenceyê bên.

Çalakvanê Efrînî ji Rûdawê re her wiha aşkere kir ku berî mehekê, heman grûpê 1000 dolar wekî baca bi zorê li ser xwediyên guvaştekan sepandibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin