Grûpên çekdar ên sereke yên li herêma Efrînê
.
Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 2 bereyên dijberî hev hene: Yekem; Feyleqa Sêyem e, û hêza sereke ji Artêşa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê ye. Duyem; Desteya Tehrîr el-Şam e, û Nusraya berê ye ku, ser bi Rêxistina Qaîdeyê bû û di nav lîsteya cîhanî ya terorê de ye.
Ji roja Pêncşemê 13yê Cotmeha 2022yan ve, wê grûpê bajarê Efrînê û derodê xiste jêr destê xwe.
Li kêleka wê jî, herdu grûpên bi navên Hemzat û Sultan Silêman Şah a bi nasnavê (Emşat) naskirî ye, pê re alîkar bûn.
Li beramber Desteya Tehrîr el-Şam, grûpên din ên ser bi hêza bi navê (Feyleqa Sêyem) li nav bajarê Efrînê bûn, lê derketin û ber bi bajarê Azazê ve çûn, ku ew jî dikeve rojhilatê bajarê Efrînê.
Feyleqa Sêyem
Feyleqa Sêyem, yek ji pêkhateyên hêza bi nav (Artêşa Niştimanî ya Sûrî) ya opozisyonê ye, ji 6 grûpên sereke pêk hatiye, li kêleka wan grûpan jî, hejmarek ji grûpên biçûk hene.
El-Cebhe el-Şamiye: Mezintirîn hêza Feyleqa Sêyem e.
Piştre grûpên din li nav Feyleqa Sêyem in, ji wan: Ceyş el-Islam, Feyleq el-Mecid, Lîwa el-Islam, Firqeya Melik Şah, Firqeya 51, Sultan Melikşah, Suqûr el-Şam…
Artêşa Niştimanî
Feyleqa Sêyem ku, aniha li Efrînê ligel Desteya Tehrîr el-Şam û Hemzat û Emşat, di şer de ye, û derketiye berbi Azazê ve, beşê sereke ye ji Artêşa Niştimanî.
Li kêleka wê jî, Feyleqa Yekem û Feyleqa Duyem, sê pêkhateyên hêza bi navê (Artêşa Niştimanî ya Sûrî) ne.
Artêşa Niştimanî ya Sûrî 30-12-2017 hate damezrandin.
Li gorî zanyariyên Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûrî, hejmara çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî, bi derdora 80 hezar çekdarî tê texmînkirin.
Pêkhateyên Artêşa Niştîmanî
Artêşa Niştimanî ya Sûrî, ji sê feyleqên mezin pêk hatiye. Ji wan hersê feyleqan, Feyleqa Sêyem, di şer û pevçûnan de ye, li dijî (Desteya Tehrîr el-Şam û Hemzat û Emşat) ku bûne yek bere li hember Feyleqa Sêyem.
Çend grûpên din, ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî hene, ji wan: Nûredîn Zinkî, Lîwayê Farûq, Ceyş el-Şerqiye, Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê, Ehrar el-Şerqiye, Ceyş el-Şerqiye..
Hemzat
Firqeya Hemze, yan jî (Hemzat) weke ku hatiye naskirin, yek ji pêkhateyên sereke ye ji Feyleqa Duyem a ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî.
Emşat
Firqeya Sultan Silêman Şah, ku bi nasnavê (Emşat) naskirî ye, yek ji pêkhateyên Feyleqa Yekem bû, lê piştre ji nav wê feyleqê derket û tevlî Feyleqa duyem bû.
Feyleqa Yekem
Ji 4 firqeyan pêk hatiy, Firqwyên 11,12,13 û 14.
Ji grûpên wê feyleqê: Lîwaê el-Şemal, Ehrar el-Şerqiye, Lîwayê Sultan Mihemed el-Fatih, Feyleqa el-Şam û Ceyş el-Şerqiye.
Herwiha Firqeya Sultan Silêman Şah (Emşat) ku ji nav wê derket û tevlî Feyleqa Duyem bû.
Feyleqa Duyem:
Van grûpan li xwe digire: Firqeya Sultan Murad, Firqeya Hemze, Lîwayê Suqûr el-Şemal, Firqeya Muitesim, Ceyş el-Islam, Feyleq el-Rehman.
Hemû ev grûpên çekdar ser bi Tirkiyê ne, lê dibe ku grûpek ji wan ji nav hêzekê derkeve û tevlî hêzeke din bibe, yan jî ji bereyekê here bereyeke din li dijî bereya ku di nav de bû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin