Gula Ermenî û Hecî Mûsa Beg
Sal 1889.
Li Ewrûpa sedsalîya Şoreşa Frensî tê pîroz kirin. Têgehên wek “azadî û edelet” gelekî pîroz in. Gelên bindest daw û doza serxwebûnê dikin. Her kes lingê xwe dide erdê û derdora xwe fireh dike, li siberoja welatê xwe difikire.
Li Stenbolê, Jön-Türk amadekarîya dewleteke neteweyî dikin. Li gorî şert û mercên cîhanê tevdigerin. Hêvîya wan ji Osmanîyan nemaye. Turk êdî dixwazin dewleta xwe ava bikin. Her kes bi dû avakirina mala xwe ketîye.
Li Mûşê, li naverasta Welat begekî Kurd ê ku bi hêza xwe dikare dewletekê ava bike, bi dû talana Ermenîyan ketîye. Davêje ser gundên wan, keçên wan direvîne. Rewş û halê me di wan salan de ev bûye. Fikrê dewletbûnê wek tov ji alîyê Ehmedê Xanî ve 250 sal berê hatîye avêtin, lê ew tov di bin axê de riziyaye. Mezinên Kurdan her tim bi dawa serdestên xwe girtine.
Hecî Mûsa Beg, di wê salê de peyayên xwe dişîne ser gundê Kharsê. Mala Reîs Mîro talan dike, yekî ji wan dikuje û birazîya wî ya çardeh salî Gulîzarê direvîne. Ji ber ku mêrê çar jinan e, apê wî û şêxên herêmê ji bo ya pêncan nerazîbûn nîşan didin. Ji ber van nerazîbûnan, demeke şûnde, Gulîzerê ji odeyekê derbasî odeya din dikin û teslîmî birayê Hecî Mûsa Beg ê biçûk Cazo dikin. Yanî herdu bira Gulîzara reben dewrî hev dikin.
Helbet civata Kurd ne bêûcdan e. Li hemberî vê bûyerê, dengbêj dibin ûcdanê civatê û wek klam vê meselê bi lêv dikin.
“Wayê! wayê! wayê! wayê!
Berf dibare tevî bayê,
Hecî Mûsa min nekuje ez gune me,
Tu Kurmanc î, ez File me,
Tu serê min kurkî bi gûzana
Goştê min bidî ber kerpetana,
Ez serê xwe nedim li ser balgîya Musulmana.
Way! Way! Way! Way!
Wê demê, hem li herêmê hem jî li Stenbolê civata Ermenî xurt e. Bi saya balyozên Ewrûpî xwe digihînin Sultan Abdulhamit û hewl didin ku Gula Ermenî ji destê Hecî Mûsa Beg xelas bikin. Axirkê bi zora Sultan li Bedlîsê mehkeme li dar dikeve. Li hemberî gefxwarinên kuştinê jî, Gulê di mehkemê de dibêje bi zorê min birine. Li wê derê wê berdidin.
Lê Ermenî dev ji Mûsa Beg bernadin. Sultan ji bêgavî ew vedixwîne Stenbolê û li wê derê wî mehkeme dikin. Li ber ku Gulê li ser îfade dide jî, sûcdar nayê dîtin û tê berdan. Lewra Sultan li pişta wî ye. Hecî Mûsa beg li Stenbolê, li mala Bahrî Beg dimîne. Bahrî Beg merivê Hecî Mûsa Beg e. Keçeke Bahrî Beg di harema Sultan de ye. Loma xwe bi hêsanî dikanin bigihînin
Sultan. Hecî Mûsa Beg bi surgûneke ji bo çend mehan ya Medîneyê, xwe ji vê meselê xelas dike û paşê ji alîyê Sultan ve li herêmê wek qumandanê alaya Hemîdîye tê îlankirin. Ji xwe berê jî wek wezîfedarê hukmata Stenbolê mudurê nahîyê bûye.
Axirkê dixwazim vêya bibêjim. Di heman demê de, cîhan li dû çi bû, em li dû çi bûn. Sîyasetên me, partîyên me li ser van asasan şax dane. Divê em van tiştan ji bîr nekin. Recep Maraşlı gava vê bûyerê dinirxîne, Hecî Mûsa Beg wek “tecawuzkar, qetîl û talankarek” sûcdar dike.
Ji alîyê din ve, ji hêla derdora Salîh Mîrzabeyoğlu ve ku neviyê Hecî Mûsa Beg e, ew wek “Şervanê Hîlafetê” tê bi nav kirin û niha jî bi wî awayî tê parastin. Tê gotin ku Hecî Mûsa Beg li herêmê nûnerê Sultan Abdulhamît bûye. Piştî Abdulhamît jî her tim di nav sîyasetê de bûye.
Têkîlîyên wî bi Mustafa Kemal re jî hene. Di “Nutuk”ê de Mustafa Kemal wek “Serokeşîrê Mutkîyê” çend caran behsa wî û têkîlîyên xwe dike.
Paşê navê wî li Bedlîsê di doza girtina Xelid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg de derbas dibe. Wek hevalên wan tê nirxandin. Her du bi îdamê tên cezakirin. Lê ji ber ku Hecî Mûsa Beg wek îtîrafkar tevdigere, ji alîyê mehkemê ve tê berdan. Gora wî niha li bajarê Qamîşloyê ye.
Gula Ermenî paşê bi sekreterê dêra Ermenî re dizewice. Mêrê wê dibe mebûsê Bedlîsê. Di qirra 1915 yan de, li Stenbolê davêjin ser mala wî, li ji ber ku nexweşê li ber mirinê ye, dev jê berdidin û ji xwe du meh paşê jî mêrê Gulê dimre. Zarokên Gulê li Parîsê dijîn lê Gulê bixwe heta mirinê (1947) li Stenbolê dimîne. Gora wê li Goristana Şîşlîyê ye.
Keça Gulê ya bi navê Armenouhie Kevonian, vegotina dêya xwe wek kitêb çap kiriye. Ji ber ku vegotin ji devê Gulê bi xwe ye, meriv hewcedarî nabine li çavkanîyeke din bigere.
Ji bo kesên bixwazin kitêbê bixwînin. (Gülizar’ın Kara Düğünü- Aras Yayınları) ( Daweta Gulîzarê ya Reş- Weşanxaneya Aras