Gulê were dawetê; ’Tarîfe’ya cezayên pere yên mebûsan dîyar bû!
Mebûsên ku di axaftina xwe ya Meclîsê de gotina ‘Kurd’ û ‘Kurdistan’ û ‘tevkujîya Ermenîyan’ bi kar bînin dê bi 12 hezar cezayê pereyan bihên cezakirin.
Ku pêşnîyazên AKP û MHP yên derbarê guherandina nîzamnameya navxweyî ya Meclîsa Mezin ya Tirkiyeyê bihên qebûlkirin; mebûsên ku di axaftina xwe de navê kurd û Kurdistanê bi kar bînin dê ceza werbigrin û ev ceza cezayê pereyan e û miqdara wê jî 12 hezarên TL ye.
Ku mebûsek cezayê îqazê werbigre ji meaşê wî/wê sêya yek yanî 6 hezar TL dê bihê birrîn.
Ev ceza her weha ji bo wan wekîlên ku di meclîsê de pankrat vebikin û heqaret bikin jî derbas dibe.
Serok û wekîlênserokê meclîsê yên civînê îdare dikin ku mebûs li wan sixêf, tehdît bikin ew mebûs nikarin bêşdarê sê civîna bibin û bi 12 hezarê TL dihê bên cezakirin.
Yên di Meclîsê de şer bikin, sîle li hev bixin, porê hev bikşînin û hêk bavêjin ew jî dikevin kategorîya ‘cezayê giran’
Mebûsên ku çek/debanca li ser xwe bigerînin berê dê bi 6 hezar cezayê îqazê û ew bi çek bikevin civîna meclîsê dê bi 12 hezarî bihên cezakirin.
Mebûsên ku di axaftina xwe ya Meclîsê de gotina ‘Kurd’ û ‘Kurdistan’ û ‘tevkujîya Ermenîyan’ bi kar bînin dê bi 12 hezar cezayê pereyan bihên cezakirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin