Gundê Qerezqelanê
Diyar Budak
Gundê Qerezqelanê, bi navê xwe yê ku dewleta dagirker nû lêkirîye, Karasakal e. Qerezqelan berê li ser Dêrsimê bûye. Li rexta Çemê Perîyê gundek ji gundên Kurdên Elewîyan e. Ew salan şûnda weke gundên bi navê Qerezmin, Kolemiş û Golan ji Dersimê hatine qetandin û bi Xarpêtê va hatine girêdan. Herçar gund jî li ser girekî ku şewqa rojê lê dide, di yek rêzekî da hatine avakirin. Çemê Pêrî û Bendava Tatar ku li ser hatîye çêkirin van gundan ji Dersimê vediqetîne.
Di dema Osmanîyan da li Gundê Qerezqolanê bûyerek diqede û li ser wê bûyerê stranek tê derxistin. Tê gotin ku serleşkerekî Tirkê ji artêşa Osmanî hergav tê Qerezqelanê û di mala Alîyê Ûsê da dibe mêvan.
Cînar û gundên derdorê di derbarê hatin û çûyîna serleşker da dikevin şike û di nav hev da dibêjin ku, ew ji bo Emîne ya xwenga Alî tê tere û di mala wan da dimîne.
Dema ku ew kurtepistên di nav cînar û gundîyên derdorê da tên kirin, diçe guhê Alîyê Ûsê, ew berxwe dikeve û dûra dixwaze cezayê serleşker bide û ji wê tohmetê xilas be…
Ev strana ku li ser Qerezqelanê hatîye derxistin, bi salan ji alî dengbêjên herême hatîye strandin.
Qerezqelan Şewitî
Qerezqelan şewitî dayę danzdeh mal e
Qerezqelan şewitî kilê danzdeh êl e
Aliyê Ûsê suwarê mehîna weke teyr e
Xeberê ji axayê minra bişînin gundê jêr e
Bila bên alîkarîya me, du yan se mêr e
Qerezqelana şewitî çar alî sipî ye
Li cem rûniştîye lawê apê wî ye
Se suwar jêr da têno, yek Îbrahim axa
Yek Gedîkoğlî, yek jî Veysê Bûdê ye
Alîyê Ûsê ji nav koma mêran xilasbû
Got, min tirbê bawê te gao
Her roj gundê me da karê suwaran çî ye
Timî gundê me da işê suwaran çîye
Qerezqelan şewitî, dayê hemû dal e
Qerezqelan şewitî kilê hemû dal e
Veyisê Bûdê dibêje Îbrahim axa
Min ji têra go em neçin Qerezqelanê
Alîyê Ûsê li mal e
êşîya qezîyan şîrîn e, paşî tim tal e…
Qerezqelan şewitî dayê deşt û ban e
Êvar e sî daketîye dilo dilo ser birre bîyan e
Gunda heye hêlûna lawo seklawyan e
Alîyê Usê dibije, min 1500 quriş xerç kiriye
Lawo ji bo qurşunan e
Dayê dinyayê jendirme ye
Teresî rind e çiqasî serxweya ye
Çiqas jor û jêr da tê diçe memurîyetê
Timî mala me da Lawo ew mêvan e
Emînê anîye ji wi ra hêk û nan e
Raxistîye erdê sifre ji sînîyan e
Odê da diçe tê heşê xwe da dîn e
Îro dawiya heftê roja în e
Alîyê Ûsê bi hêrs e pir jî xwinî ye
Emine dibêje:
Kutîyo bixwe
Nuha tu ketî riya Kortan e
Alîyê bira dikeve mala canê te ye.
Alîyê Ûsê ketîye xanîyê malê
Çekê xwa girêda ye
Xatirê xwa dixwaze ji der û ciranan
Û lawo ji gundîyan e
Dibêje, ji bawê min ra bibêjin
Bila derbixine heqîfa zêran e
Ez hilweşinîm van çîyan e
Milazim bidim ber gulan e
Aliyê Ûsê berê xwa dayê
Gundê Îzolan e
Lawo Gundê Karîyan e
Bang dike Qîyê Husê Mûşê tê
Hevra diçin diyarê Kortan e
Ser rê runiştin e, şarge giridane
Qaytkirin ku milazim jêr da tê
Got, min tirbe bawê te gao
Berxwe bide ev roj roja egît û mêran e
Alîyê Ûse histu da, avit erdê
Got, min hestîyê bawê te nîyo
Çardeh quriş baqîya te gonde meda ma ye
Delîl delîl delîl Birîna Milazim giran e
Tê da dikeli xwîn e.
Qerezqelana şewitî dayê qûna çîyê
Lawo hele werin li dinyayê
Min û vê hikmetê
Caran merî dikujî merîyê hukumatê
Alîyê Ûse dibije:
Heta orta hestîyê bawê wî nim
Zikê xwe da nahîlînîm ez vê hesretê
Wî kutîyî navê xwenga min
Emînê kirîbû Gola Oxîyê Nav
72 Miletê vê Ometê
Ez xilasbûm lawo ji vê tometê
Milazim min şiyand cehnimetê
Navê mala me paqiş bu heta qiyametê
Bila têkevî Gola Biralixê û nivisê
Dengê mêranîya Aliyê Usê
Elem bila navê wi bibihîse
Dengê mêraniya wi bila bê
bihîstin heya Bîdlîsê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin