Gûrûbeka bazirganîya maddeya hişbir hat destgîr kirin
Rêveberîya Nehiştina Maddeyên Hişbir a Hewlêrê destbiser 130 kîlogram maddeya hişbir cûreya êroyinê da girt û gûrûba bazirganîya maddeya hişbir jî dikir desteser kir.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Doh roja sêşemê 21.01.2020an Rêveberîya Nehiştina Maddeyên Hişbir a Hewlêrê bi daxuyanîyekê ragihand bi hemahengîya ligel Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê di encama operasyonekê da 130 kîlogram maddeya hişbir cûreya êroyinê hat desteserkirin û 3 kesên bazirganîya maddeya hişbir jî dikir hatine girtin.
Herwiha di berdewamîya daxuyanîyê jî da hatîye ragihandin ligor yasayî 14 a maddeya hişbir û peyrawên wê lêkolîn derbarê tohmetberan da hatine kirin û ew bo dadgehê hatine veguhestin.
Basnews
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin