HAK-PAR, PAK û PSK: Em Pîrozbahîyên Newrozê û Bibîranîna Jenosîda Helepçeyê Betal Dikin
Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) daxûyanîyek hevpar belav kir.
Navenda Nûçeyan - Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) daxûyanîyek hevpar belav kir.
Daxûyanîya HAK-PAR, PAK û PSKyê wiha ye:
“Me wek HAK-PAR, PAK û PSKyê biryar dabû ku, li Amed û Stenbolê bi hevre Newrozê pîroz bikin û herweha li Amedê jî bihevre Jenosîda Helepçeyê bibîrbînin. Di vê derbarê de jî me amadeyîyên xwe temam kiribû.
Lê jiber Vîrusa Koronayê, em mecbûrin civata xwe ji xeterîya nexweşîyê biparêzin .
Bi vê hestyarîyê, em dixwazin gelê xwe agahdar bikin ku, em pîrozbahîyên xwe yên Newrozê yên li Amed û Stenbolê û bibîranina Helepçeyê ya li Amedê betal dikin.
Em bangî hemû hemwelatîyên xwe û hemû mirovahîyê dikin ku li himberî Vîrusa Koronayê tedbîrên pêwîst bigirin û xwe û dor û bera xwe ji vê xeterîyê biparêzin.”
14.03.2020
HAK-PAR(Partîya Maf û Azadîyan)
PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin