
HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWK Li Amedê Dê Jenosîda Helebçeyê Bibîrbînin
Çar partiyên siyasî yên kurd dê roja yekşemê li ber Mizgefta Mezin a Amedê civîneke çapemeniyê li dar bixin û jenosîda Helebçeyê şermezar bikin
A+A-
Çar partiyên siyasî yên kurd dê roja yekşemê li ber Mizgefta Mezin a Amedê civîneke çapemeniyê li dar bixin û jenosîda Helebçeyê şermezar bikin.
Partîya Maf û Aazadîyan (HAK-PAR), Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-BAKUR), Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), roja yekşemê, 16ê Aadara 2025ê, di saet 10.30ê de, li ber Mizgefta Mezin ya Amedê, bi civîneke çapamenîyê û bi rêzgirtinê, Jenosîda Helebçeyê bibîrtînin.
Partiyên siyasî di daxuyaniya xwe de bang li hemû gelê kurd dikin ku beşdarî vê çalakiya bibîranînê bibin. Tê xwestin ku bi beşdariya berfireh a gel, jenosîda Helebçeyê bi rêzgirtin bê bibîranîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin