HAK-PAR û PWKyê Li Amedê Bi Hev Re 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî Pîroz Kirin

HAK-PAR û PWKyê Li Amedê Bi Hev Re 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî Pîroz Kirin

.

A+A-

Komîsyona Jinan ya HAK-PAR û Komîsyona Jinan ya PWKyê, li Amedê, bi hev re, 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî pîroz kirin.

Li Teşkîlata Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di civîneke çapemenîyê de daxuyanîya hevbeş ya herdu partîyan hate xwendin.

15946578-775d-4e1b-8459-561e99dbfe59.jpg

Di civîna çapemenîyê de, ji Komîsyona Jinan ya HAK-PARê Vera Koyî bi kurdî, ji Komîsyona Jinan ya PWKyê Nebahat Yılmaz daxuyanîya hevbeş bi tirkî xwend.

Ev jî daxuyanîya hevbeş ya Komîsyona Jinan ya HAK-PAR û Komîsyona Jinan ya PWKyê ye:

Ji Bo Raya Giştî û Çapemeniyê

Em hemû jinên ku ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin silav dikin.

Îro 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye. Em bi vê wesîleyê têkoşîna wekhevî û azadiyê ya 8ê Adarê ya jinên çar parçeyên Kurdistanê û jinên cîhanê bi rêzdarî û serbilindî silav dikin.

Wekî ku hûn dizanin, jinên Kurd di 20ê Hezîrana 1919an de li Stenbolê bi navê "Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd" yekem rêxistinbûnê dest pê kirin. Ev rêxistinbûn bi nasnameya jinên Kurd ên neteweyî derket pêş. Ev modela yekem a rêxistinbûnê ji bo dîroka Kurd û jinên Kurd bi qasî ku girîng e, serkeftineke serbilindî ye. Riya ku "Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd" bi nasnameya jin û Kurd xêz kiriye, ji me re ronahî dide, rêya me û têkoşîna me ya mafdar ronî dike.

8ê Adarê ji bo jinên cîhanê tê wateya têkoşîn û berxwedanê li dijî zayendperestiyê, ji bo bûyîna ferdekî wekhev û azad, li dijî neteweperestî, çînayetî, îstismara kedê, zexta zayendperestî û newekheviya ku zihniyeta serdest a ku di hemû qadên jiyanê de belav bûye, afirandiye.

Berevajî têgihiştina serdest a mêtînger a niştecih, di ronahiya rastiyên dîrokî yên ku hem ji belgeyên nivîskî û hem jî ji edebiyata gelêrî ya devkî hatine veguhestin, jinên Kurd; di rêveberî, burokrasî, dîplomasî, huner, edebiyat û jiyana civakî de berpirsiyariyên giran girtine ser xwe û di dîroka Kurd de cihekî taybet girtine. Di hemû deman de jinên Kurd di şer û berxwedanan de di refên pêş de cih girtine, berdêlên pir giran dane û nirxên mezin afirandine.

Em bi hêz û kevneşopiya têkoşînê ya ku me ji rabirdûya xwe wergirtiye, di her qada jiyanê de rola xwe ya pêşengiyê dilîzin. Têkoşîna me ya li dijî zihniyeta zayendperest, yekperest, her cure şidetê û newekheviyê bi biryardarî didome.

Jinên Kurd ên ku di dîroka têkoşîna Kurd de rola pêşengiyê lîstine û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandine; ji bo avakirina pêşerojeke azad û wekhev, ji bo bêdengkirina temamî ya çekan û vekirina qada siyaseta rewa û meşrû, ala têkoşînê bi serbilindî hildigirin.

Ji bo vê yekê em dibêjin ku ji bo pêşerojeke azad, wekhev û adil divê di serî de hemû çek bên bêdengkirin. Divê hemû mafên ku ji nasnameya Kurd û miletbûnê derdikevin, bi garantiyeke qanûnî bên ewlekirin, Kurdî wek Tirkî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, hemû astengî û qedexeyên di zemîna îdarî û hiqûqî de bên rakirin. Divê mafên meşrû û kolektîf bi garantiyeke destûrî bên radestkirin.

Wekî jinên Kurd, divê em di her qada jiyanê de bi israr bi mîsyon û berpirsiyariya neteweyî û mirovî têbikoşin. Em axaftina Kurdî, teşwîqkirina axaftina bi zimanê dayikê bi zarokên xwe re wekî berpirsiyariyeke dîrokî dibînin. Em ji bo qebûlkirina Kurdî wekî zimanê fermî û perwerdehiyê, her kesî vedixwînin têkoşîna hevpar. Werin em bi nasnameya xwe ya jinên Kurd, bi nirxên têkoşîna xwe ya wekhevîxwaz, neteweyî, demokratîk û azadiyê hêz bidin hêza xwe!

Bijî têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinên me!

KOMÎSYONA JINAN A HAK-PARê (Partîya Maf û Azadîyan)

KOMÎSYONA JINAN A PWKyê (Partîya Welatparêzên Kurdistanê)

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin