HAK-PAR: Yekîtîya Neteweyî dikare li ser daxwaz û nirxên neteweyî pêkwere

HAK-PAR: Yekîtîya Neteweyî dikare li ser daxwaz û nirxên neteweyî pêkwere

Sîyasetmedar û çavdêrên sîyasî radigihînin ku bi daxwaza gelê Kurd, pêk hatina yekîtîya neteweyî pêwistîyekîye û dema ku ew daxwaz dilsoz û ji bo armancên neteweyî be, pêkhatina yekîtî jî dê hêsantir pêk were.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Şandeke ji rêvebirên Partîya Demokratîk a Gelan HDP'ê û partîyên Kurd ku hevkarên HDPê ne, radigihînin ku ew hewla pêk hatina kongreya neteweyî didin û bi vê mebestê jî dan û sitendinan dikin. Partîyên Kurdistanî ku di nav şandê de cîh nagirin jî radigihînin ku ew jî dilxwaz û piştgirên pêkhatina yekitîya Kurda ne, lê divê bingeha yekitîyê li ser maf û nirxên Kurd û Kurdistanê be.

Yekitîya neteweyî û pêkhatina kongreya neteweyî ya Kurdistan, her di rojeva sîyasî ya Kurdan de ye. Lê rêxistin û alîyên sîyasî, ji wê yekîtîyê çi çaverê dikin û li ser zemînekî çewa dikare pêk were cîyê gengeşîyê ne. Herî dawî bi şandeka ji HDP'ê û rêxistinên hevkarê wê pêk hatî, yekîtîya neteweyî ya Kurd anîn rojevê û serdanan dikin.

Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan Hak-Parê Latîf Epozdemir, da zanîn ku pek hatina yekitîya neteweyî û pêk hatina kongreya neteweyî, dikare bi alîyên xwedî bernameyên ku li ser nirxên neteweya Kurd hatibin rêxistin pêk were û sîyaset û alîyên ku li ser Al û daxwazên neteweya Kurd gengeşîyan dikin re, ew nikarin hev karî bikin û wan dilsoz jî nabînin.

Latîf Epozdemîr, serokê giştî yê HAK-PARê got:"Heger hêzek, partîyek yan jî grubek, bi bedena xwe Kurd be jî, lê ger ku ne dilxwazê serxwebûna Kurdistanê be, li dijî ava kirina Kurdistanê be, li dijî Ala Kurdistanê be û wê alê înkar bike, bibêje netewe dewlet paşverûyî ye û li ser wê ferasê be, înkara tevgerên Kurdî û dîroka Kurdistanê bike û ew projeyên ku li ser bernameyeke milî nehatibe ava kirin, baş e heqê wan heye ku behsa yekîtîya milî bikin."

Kesayet, partî û sazîyên Kurd, ji bo bidestxistin,  parastin û bi pêşxistina mafên neteweyî, yekîtîyê girîng dinirxînin, lê armanc û xebatên neteweyî jî wek bingeh destnîşan dikin.

Çavdêrê sîyasî Tahsîn Sever jî, radigihîne ku li hev kirin an jî yekîtîya neteweyî ji bo Kurdan tiştekî girîng e û yekîtîya neteweyî jî bi bername û bingeheke neteweyî dikare pêk were û daxwazîyen alîyan bi bernameyên xwe çi be dikarin di wan çarçoveyan de yekîtîyan jî bikin.

Tahsîn Sever, çavdêrê sîyasî, dibêje:"Wek mînaq ger ku li Tirkîyeyê, Iraqê û li Sûrîyeyê pêkanîna demokrasîyê armanca sereke be ji bo te, ji te ra yekîtîyeke neteweyî pêwist nake, bo te ya girîng yekîtîyeke demokratîk e. Yanî rast e, ne rast e, ez gengeşîya wê nakim. Yanî bi raya min, aramanc û xebat divê lihevkirî be."

Sîyasetmedar û çavdêrên sîyasî radigihînin ku bi daxwaza gelê Kurd, pêk hatina yekîtîya neteweyî pêwistîyekîye û dema ku ew daxwaz dilsoz û  ji bo armancên neteweyî be, pêkhatina yekîtî jî dê hêsantir pêk were.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin