Hamît Bozarslan: Dilê Kurdistanê li Rojava lê dide

Hamît Bozarslan: Dilê Kurdistanê li Rojava lê dide

.

A+A-

Ala Şalî

Akademîsyenê naskirî yê Kurd Prof. Dr. Hamît Bozarslan diyar dike ku çav û fokusa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ye û dilê Kurdistanê jî li Rojavayê Kurdstanê lê dide.

Akademîsyenê Kurd ku li gelek zanîngehên Ewropayê li ser dîroka Kurdan û siyaseta navneteweyî dersan dide li ser pêşhatên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dibêje, “Îro dilê Kurdistanê li Rojava lê dide. 30 sal berê ew li Başûr bû îro li Rojava ye û divê em zanibin ku bi giştî pêwistiya hemû Kurdistanê bi Rojava heye û pêwîstiya Sûriyeyê bi Rojava heye. Bêyî Rojava em nikarin texmîn bikin ku Sûriyeyeke sekulerîst û demokrat derkeve meydanê. Bêyî Kurdan nasyonal sosyalîzma Erebî ku Partiya Beisê ew temsîl dikir dîsa dikare derkeve. Hem Sûriye hem Kurdistanê pêwîstiya wan bi Rojava heye. 

Îro hin derfet hene û dibe ku Amerîkî xiyanetê li Kurdan nekin û piştgiriya Kurdan bikin. Em dibînin ku Amerîka û Ewropa tesîrê li Tirkiyeyê dikin û naxwazin hegemonyaya wê zêde bibe. Rojava 10- 12 sal in statuya wê heye û dibe ku paşerojê jî statuya wê berdewam bike û li ser piyan bîmîne. Wekî min got ji bo Kurdan gelekî muhîm e.

Hamît Bozarslan li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, pêwendiyên Kurdistanê û Fransa û pêvajoya çareseriyê ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.

Bozarslan amaje bi hevdîtina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serok Mesûd Barzanî jî kir û got, “Gelekî baş bû ku Mezlûm Ebdî çû cem Barzanî û Mesûd Barzanî ew qebûl kir û ev bi awayekî eşkere hat kirin. Bi awayekî pir vekirî ne bi awayekî girtî. Em Kurd in. bêjin ‘Em Kurd in. Em nebêjin em dê sînoran rakin bila Îraq nemîne û Suriye nemîne’ lê belê li her du aliyan jî Kurd hene. Kurdên Îraqê parçeyekî Îraqê ne û di heman demê jî de parçeyekî Kurdistanê ne, Kurdên Sûriyeyê jî parçeyekî Sûriyeyê ne û di heman demê de parçeyekî Kurdistanê ne. 

Hebûna Kurdistanê nikare bi sînoran were parçekirin dewlet hebin nebin Kurdistan heye. Kurdistaneke li derveyî sînoran heye. Divê ev were qebûlkirin Kurd vê bi awayekî eşkere dibêjin. Di vî warî de gelekî girîng bû ku Serok Barzanî Mezlûm Ebdî qebûl kir. “

Hevpeyvîna Ala Şalî û Hamît Bozarslan wiha ye:

Rûdaw: Rewşa Kurdan a aniha ji ya dîrokê baştir e?

Prof. Dr. Hamît Bozarslan: Rewşa niha ya Kurdan baştir e. Salên 1980yî rewşa Kurdan bi rastî gelekî xirab bû. Li Kurdistana jêrîn (Başûr) komkujî hebûn, Enfal hebû. Sedam hebû Kurd nediman. Sedam li ser kar bû. Li Kurdistana Îranê rewş gelekî xirab bû. Li Kurdistana Tirkiyeyê darbeyeke leşkerî hebû rewş xirab bû. Gelek kesan wisa texmîn dikir ku dê Kurd li ser pêyan nemînin. Îro dema em dibînin salên 2010 û 2020an e û Kurdistanek heye. Gelê Kurd li Îranê li ser xwe ye. Berxwedanek heye, gelê Kurd li Tirkiyeyê li ser xwe ye û li Rojava jî hikûmeteke Kurdistanê heye. Kurd li ser pêyan man. Kurd nemirin.

Ev di vî warî de gelekî baş e lê hîn jî gelek pirsgirêk hene, gelek pirsgirêk hene. Paşerojê dê rewş çawa be em nizanin. Qeweta Îran û Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn gelekî zêde ye. Her du jî ji Kurdan hez nakin naxwazin Kurdistanek hebe lê tevî vê yekê jî li gorî salên 1980yî rewşa Kurdan gelekî baştir e.

Rûdaw: Pirtûka wê ya bi navê “Dîroka Kurdan\ Ji Destpêkê Heta Niha” beriya bi 2 rojan çap bû. Armanca te ya belavkirina vê pirtûkê çi bû?

Prod. Dr. Hamît Bozarslan: Armanca me ew bû ku li ser Kurdan bi Fransî, Almanî, Îngilîzî û Tirkî berhemek hebe û di wê berhemê de em sentezekê çêbikin. Kurd ji ku tên? Em nikarin bersiva vê pirsê bidin. Beriya Îslamê rewşa Kurdan çawa bû? Mixabin li ser vê di destê me de pir tişt nînin. Em dîbînin ku di serdama Îslamê de dîroknivîsên Îslamê li ser Kurdan gelek tişt nivîsandine.  Di sedsala 16an de Kurd tên qebûlkirin. Rewşeke Kurdan heye hem Fars hem jî Tirk hebûna Kurdan qebûl dikin. Sedsala 20an ji bo Kurdan felaket e. Di vê sedsalê de sînor çêdibin Kurd parçe dibin û pelçiqandin heye.

Me xwest li ser van em sentezekê çêbikin hem ji bo lêkolîneran be ku li ser Kurdan kar dikin. Hem jî me xwest ji bo xwendekaran be. Gelek xwendekar hene ku dixwazin li ser Kurdan kar bikin û li ser Kurdan binivîsin. Me xwest ji bo rojnameger û siyasetmedaran be û ji bo siyasetmedaran jî be. Ji ber ku gelek siyasetmedarên Kurd dîroka xwe baş nizanin an jî kêm dizanin. Eger sentezek hebe ji bo her kesî gelekî baş dibe. Ev sentaza îroyîn e. Dibe ku 3 - 4 salên din sentezeke nû lazim bibe. Ji ber ku berhemên wisa li ser demekê agahdariyê didin. Ew wê serdemê ronî dikin. Piştî 3- 4- 5 salên din dibe ku sentezeke nû pêwîst bike.

Rûdaw: Te behsa siyasetmedarên Kurd kir. Gelo siyasetmedarên Kurd karîne ku pirsa Kurd bikin gotûbêjeke herêmî û navneteweyî?

Prof. Dr. Hamît Bozaraslan: Daxwazeke wan heye. Ew tiştê ku ji destê wan tê dikin. Ew baş e lê divê em bibînin ku hem Tirkiye hem jî Îran li ser Kurdan gelek bandorê dikin. Em dibînin ku Tirkiye leşkerên xwe dişîne Kurdistana Başûr û gundan bombebaran dike. Îran jî heman tiştî dike. Mixabin di nav Kurdan jî de pêvajoya entegrasyonê dest pê nekiriye. Li nava Başûr jî em vê dibînin li nava Kurdên Başûr û Rojava jî em vê dibînin. Siyasetmedarên Kurd dixwazin ew tiştê ku ji destê wan were bikin. Dixwazin meseleya Kurdan li hemû cîhanê were naskirin lê belê hîn gelek tişt hene divê bên kirin.

Rûdaw: Çima heta niha nehatine kirin?

Prof. Dr. Hamît Bozarslan: Ji ber ku rewşa Kurdistanê bi xwe gelekî xirab bû. Hem ji aliyê aborî ve hem ji aliyê siyasî ve rewş gelekî xirab bû. DAIŞ ji bo Kurdan felaketeke mezin bû. Wekî min got, Tirkiye felaketeke mezin e, Tirkiye ket Efrînê û ket  Serê Kaniyê. Îran jî heman kar kir. Min behs kir. Berxwedana Kurdan li gorî ya van dewletên mezin kêm bû. Yan jî li gorî ya DAIŞê kêm bû. Ev jî hebû dewletên mezin ên cîhanê her tim alîkariya Kurdan nakin.

Dibînin ku doza Kurdan dozeke heq e. Daxwazeke wan heye û dixwazin alîkariyê bikin lê naxwazin Tirkiyeyê aciz bikin. Naxwazin Îranê aciz bikin. Faktorên wê pir in lê dema em dinêrin li gorî 10 -15 -20 sal berê di destê Kurdan de derfet hene û dixwazin bibin xwediyê heqên xwe û dixwazin bêjin em jî hene. Em komeke dîrokî ne. Em ne xulamê Tirkiyeyê û ne xulamê Îranê ne. Em ne mecbûr in bibin dîlê Beşar El Esed yan jî Bexdayê yan jî bibin dilê Sedam Husên.

Em dibînîn ku di wî warî de pêvajoyek heye û ew pêvajo ji bo Kurdan gelekî girîng e. Ew pêvajo nîşan dide ku em dixwazin bibin kirdeyê dîroka xwe ya kolektîf.

Rûdaw: Mamoste Herêma Kurdistanê xwedî statuyeke siyasî û yasayî ye. Gelo karîbûye ku doza Kurdan derxe pêş?

Prof. Dr. Hamît Bozarslan: Li gorî 20 - 30 sal berê belê lê belê mixabin em dibînin ku di hin meseleyan de felaket çêbûn. Meseleya Kerkûkê ji bo me hemûyan trajediyeke gelekî mezin bû. Kurdan dikarîbû li Kerkûkê di ber xwe bida. Eger Kurdan li Kerkûkê çend saetan li ber xwe bida belkî rewş bi awayekî din bûya.

Di salên 2010an de di destê Kurdan de gelek derfet hebûn. Di warê petrolê de û gelek perê hebûn ez bawer dikim ku dikarîbûn ew pere bi awayekî din bikar bianiya dikarîbûn li ser vegera doza Kurdistanê kar bikira. Me xwestibû ku pirtûkxaneyeke milî were avakirin. Ew ji bo Kurdistanê gelekî girîng e. Zanîngehên Kurdistanê hene. Ew ji bo Kurdan gelekî baş  in lê asta wan zanîngehan pir baş nîne. Yanî pir tişt hene ku dikarin bikin lê divê em bînîn bîra xwe hebûna Kurdistanê bi xwe jî mucîzeyek e. 40 sal berê ti kesî bawer nedikir ku dê rojekê Kurdistaneke wisa ava bibe. Derfet û gelek şansê Kurdan heye lê felaket jî pir in lê belê divê em di heman demê de bibînin ku di destê wan de gelek derfet jî hene. Divê em defetan bikar bînin.

Rûdaw: Mamosta Bozarslan, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dê li Koşka Elyseeyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî bike. Ev pêwendiya ji bo Kurdan çi qasî girîng e?

Prof. Dr. Hamît Bozarslan: Ew pêwendî ji bo Kurdan gelekî girîng e. Li aliyekî Amerîka heye. Em dizanin ku di sala 1991ê de bêyî Amerîkayê Kurdistanek nikarîbû bihata avakirin. Îro hebûna Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê gelekî girîng e û beyî Amerîkayê Rojava nikare li ser pêyan bisekine. Li aliyê din jî Ewropa heye û ez wisa bawer dikim ku her biçe dê hêza Ewropayê zêdetir bibe. Ewropa hin derfetên wê hene ku bandorê li Tirkiyeyê dikin.

Serok (Nêçîrvan) Barzanî dema Serok Macron dibîne, ev tê wê wateyekê ku peyamekê ji Ewropayê jî re dişîne. Em vê jî bînîn bîra xwe 40 sal e li Fransayê li hemberî Kurdan sempatiyek heye. Enstîtuya Kurdî ya Parîsê e jî parçeyekî wê sempatiyê ye. Hikûmeta Parîsê destûr da ku li Parîsê ji bo Kurdan enstîtuyek were avakirin. Ev ji bo Kurdan gelekî girîng e. Kurd nikarin ne Amerîkayê û ne jî Ewropayê bidin aliyekî îro pêwîstiya wan bi her du aliyan jî heye.

Rûdaw: Mamoste Bozarslan, Rojavayê Kurdistanê niha di qonaxeke hestiyar re derbas dibe. Wekî pisporê siyaseta navneteweyî hûn di wê baweriyê de ne ku Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya Sûriyeyê de bibe xwedî statuyeke yasayî?

Prof. Dr. Hamît Bozarslan: Ev ji bo Kurdan gelekî girîng e. Ne tenê ji bo Kurdên Sûriyeyê ji bo hemû Kurdistanê gelekî girîng e. Îro dilê Kurdistanê li Rojava lê dide. 30 sal berê ew li Başûr bû îro li Rojava ye û divê em zanibin ku bi giştî pêwistiya hemû Kurdistanê bi Rojava heye û pêwîstiya Sûriyeyê bi Rojava heye. 

Bêyî Rojava em nikarin texmîn bikin ku Sûriyeyeke sekulerîst û demokrat derkeve meydanê. Bêyî Kurdan nasyonal sosyalîzma Erebî ku Partiya Beisê ew temsîl dikir dîsa dikare derkeve. Hem Sûriye hem Kurdistanê pêwîstiya wan bi Rojava heye. Îro hin derfet hene û dibe ku Amerîkî xiyanetê li Kurdan nekin û piştgiriya Kurdan bikin. Em dibînin ku Amerîka û Ewropa tesîrê li Tirkiyeyê dikin û naxwazin hegemonyaya wê zêde bibe. Rojava 10- 12 sal in statuya wê heye û dibe ku paşerojê jî statuya wê berdewam bike û li ser pêyan bîmîne. Wekî min got ji bo Kurdan gelekî muhîm e.

Kurdîtî, Kurdayetî pir alî ye di nava Kurdayetiyê de gelek aktor hene tradîsyonên mercî hene. Hinek li Tirkiye hinek li Sûriyeyê mezin bûne, hinek li Îranê mezin bûne. Tevgerên siyasî yên cihê cihê hene. Ev muhîm e ku ev pir alîtî were qebûlkirin û ev pir alîtî ji bo Kurdan nebe problemeke mezin. Divê ew pir alîtî bibe derfetek û divê her tim temasek di navbera aktorên Kurd hebe. 

Gelekî baş bû ku Mezlûm Ebdî çû cem Barzanî û Mesûd Barzanî ew qebûl kir û ev bi awayekî eşkere hat kirin. Bi awayekî pir vekirî ne bi awayekî girtî. Em Kurd in. Bêjin, ’Em Kurd in. Em nebêjin em dê sînoran rakin bila Îraq nemîne û Suriye nemîne’ lê belê li her du aliyan jî Kurd hene.Kurdên Îraqê parçeyekî Îraqê ne û di heman demê jî de parçeyekî Kurdistanê ne, Kurdên Sûriyeyê jî parçeyekî Sûriyeyê ne û di heman demê de parçeyekî Kurdistanê ne. Hebûna Kurdistanê nikare bi sînoran were parçekirin dewlet hebin nebin Kurdistan heye. Kurdistaneke li derveyî sînoran heye. Divê ev were qebûlkirin Kurd vê bi awayekî eşkere dibêjin. Di vî warî de gelekî girîng bû ku Serok Barzanî Mezlûm Ebdî qebûl kir.

Rûdaw: Mamosta cenabê te behsa Bakurê Kurdistanê jî kir. Pêvajoya çareseriyê heye aniha berdewam dike. Abdullah Ocalan jî bang li PKKyê kir ku kongreya xwe pêk bîne û çekan deyne û xwe fesix bike. Cenabê te di wê baweriyê de ye ku ew pêvajo dê ji bo berjewendiya Kurdan bi dawî bibe?

Prof. Dr. Hamît Bozarslan: Hêviya me hemûyan ew e lê divê em ji bîr nekin ku 2013- 2014an jî de pêvajoyek hebû û ew pêvajo neçû serî. Me dijberiya wê dît dewleta Tirkiyeyê li hemberî Kurdan komkujiyên mezin pêk anîn. Gelek serokên Kurdan hatin girtin. Dema em aniha gotinên Erdogan dixwînin û dibihîzin Erdogan 2 tiştan dibêje, ‘Ev meseleya terorê ye û divê em meseleya terorê ji holê rakin’ heger tu bêjî mesleya Kurdan meseleya terorê ye, ev tê wê wateyê ku tu doza Kurdan û Kurdistanê qebû nakî.

Ya duyem Erdogan dibêje, ‘Meseleya Kurdan divê nekeve destê emperyalîst û siyonîstan’ meseleya Kurdan meseleyeke rewa ye ne meseleyeke Amerîka û Îsraîlê ye ne meseleyeke emperyalîstan e. Kurd sedsal in hene, Kurd hezar sal in hene. Divê mirov pir baldar be û dîqet be. Dema Erdogan behsa destpêkirina pêvajoyeke nermbûnê dike divê em baldar bin û divê em zanibin ku meseleya Kurdan ne mesleya terorê ye.

Rûdaw: Mamoste we gelek lêkolîn kirine û Rojhilata Navîn ber bi guhertinên mezin ve diçe.  Pirsa min a dawî li ser fikra dewletbûna Kurdistanê ye. Rêzdar Hamît Bozarslan gelo Kurdistan dê bibe dewlet?

Prof. Dr. Hamît Bozarslan: Gelek zehmet e ku meriv bersiva vê pirsê bide. Gelo heqê Kurdan heye ku bibin dewlet? Belê, îro derfet heye? Na îro derfet nîne ji ber ku sînor hene dewlet hene. Îran heye, Îraq, Tirkiye û Suriye hene. Faktorên jeopolîtîk hene. Îro zehmet e Kurd rabin bêjin em dixwazin bibin dewlet, em dê dewletêkê çêbikin lê gelekî muhîm e ku fikra Kurdîtiye ji nava Kurdan ranebûye. Kurd di nav çar parçeyan de bin û di heman wextê jî de bêjin em Kurdistanî ne.

Çavkanî: Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin