
Hasan Oktay: DEM Partî dê di nav hikûmetê de cih bigire
.
Serokê Kafkassamê Hasan Oktay îdia kir ku DEM Partî dê di pêvajoya pêş de bibe hevparê hikûmetê û got: "Di serî de, di rojên pêş de hilbijartina Lijneya Bilind a Dadwer û Dozgeran heye û li wir ji bo DEM Partiyê kontenjaneke taybet hatiye amadekirin. Ez dixwazim vê yekê bi rêya we ragehînim. Di pêvajoya bihurî de, dibe ku mîna Partiya Tevgera Neteweyî wezaretê negire lê di hikûmetê de dê erkên girîng bigire ser xwe."
Oktay diyar kir ku DEM Partî ji sîstemê hatiye dûrxistin, wiha got: "Ji vir û pê ve, em ê hemû bi hev re bibînin ku DEM Partî dê di nav sîstemê de derfetê bibîne ku ramanên xwe bimeşîne."
Oktay ragihand ku dê rê ji bo DEM Partiyê were vekirin ku di nav Hevpeymaniya Cumhur de siyasetê bike, got ku ev yek divê hem ji aliyê Tirkiyeyê ve û hem jî ji aliyê DEM Partiyê ve wekî pêşketineke gelekî girîng were nirxandin.
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kafkassamê Hasan Oktay beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser pêvajoya aştiyê pirsên Hêvîdar Zanatê bersivandin.
Rûdaw: Dem baş birêz. Ez dixwazim bêguman ji meseleya pêvajoya aştî û çareseriyê dest pê bikim. Ev demek e tiştekî berçav ku bihêle pêvajoya aştî û çareseriyê berev pêş biçe xuya nake bi rastî. Ev tê wateya ku her tişt baş bi rê ve diçe yan xitimiye.
Hasan Oktay: Bi rastî di bihurîna cejna me de dostî, aştî û lihevhatinê cihekî girîng girt û îro pêşketinên gelekî balkêş çêbûn. Partiya Tevgera Netewperest û DEM Partî hev ziyaret kirin û pîrozbahî êi hev kirin. Heta niha ti pîrozbahiyên cejnan wisa bala mirovan nekişandibûn. Ev bi serê xwe ji bo nîşandayîna gavên ku ji bo aştiyê têne avêtin pir girîng e.
Helbet kar û xebatên li ser aştiyê û gavên ku dê werin avêtin dê yekser encamên mezin nedin. Ji ber ku ev bi rastî biryarên zehmet û pêvajoyên dijwar in. Digel vê jî, serdana her du partiyan a li cejnê û hev pîrozkirin di vê pêvajoyê de bipêşketineke girîng e ku wan bi awayekî vekirî nîşanî raya giştî da. Helbet li vir, dibe ku em li ser surprîzekê bi rêya we cara yekem ragihînin ku rojên pêş de DEM Partî dibe ku di nav hikûmetê de cih bigire.
Rûdaw: Birêz Oktay, mebesta we ew e ku DEM Partî di nava hikûmetê de cîg bigire, yanî hinek wezaretan wergire?
Hasan Oktay: Di serî de, di rojên pêş de hilbijartina Lijneya Bilind a Dadwer û Dozgeran heye û li wir ji bo DEM Partiyê kontenjaneke taybet hatiye amadekirin. Ez dixwazim vê yekê bi rêya we ragihînim. Di pêvajoya borî de, dibe ku mîna Partiya Tevgera Netewperest (MHP) wezaretê negire lê di hikûmetê de dê erkên girîng bigire ser xwe. Ev yek ber vê dikeve û ev jî ji bo aştiya herêmî gelekî girîng e. Divê mirov ji vî alî ve binirxîne.
Têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistana Bakur di asta herî bilind de ne, beşdarbûna DEM Partiyê di nav sîstemê de û li Sûriyeyê bi taybetî lihevhatina PYDyê bi hikûmeta navendî re û pêşniyaza temsîlkirina bi du wezîran tê kirin, di vê astê de hem li Îraq hem li Sûriyeyê hem li Tirkiyeyê di warê derbaskirina bayekî biharê de gaveke cidî tê avêtin. Di vî warî de, dibe ku DEM Partî yekser neçe nav wezaretan, lê di pişt deriyên girtî de guftûgo didomin lê ji ber ku hîn nehatine berbiçavkirin em nikarin li ser vê yekê tiştekî bibêjin. Lê eger em bibihîzin ku ew bi du wezaretan tê temsîlkirin, divê em şaş nemînin. Ji ber ku li Tirkiyeyê hemû partiyên siyasî ji bo bibin desthilat û bernameya xwe dimeşînin têne avakirin û siyasetê dikin. Di vî warî de, DEM Partî her tim ji nav sîstemê hatibû dûrxistin lê ji vir û pê ve, em dê hemû bi hev re bibînin ku DEM Partî dê di nav sîstemê de derfetê bibîne ku ramanên xwe bimeşîne.
Rûdaw: Piştî cejnê her kes li hêviyê ye hevdîtinek di navbera Serokkomarê Tirkiyeyê û Şandeya Îmraliyê de jî pêk were. Gelo roja wê diyar bûye û wê helwesta Serokkomarê Tirkiyeyê çi be? Di vê hevdîtinê de wê behsa çi were kirin?
Hasan Oktay: Yanî wekî ku we jî anî zimên, piştî Cejna Remezanê em dê bi bipêşketinên balkêş re rû bi rû bimînin. Ger em li ber çavan bigirin ku rêxistinên terorê yên ku salên 1970yî hatibûn avakirin êdî li cîhanê ti wateyê wan nemaye û dema em li nameya Abdullah Ocalan a ku rojên borî hat xwendin binêrin, em dibînin ku êdî pêvajoya ne bi rêya terorê lê bi rêya siyasetê xwe gihandina civakê û di bin rêberiya ramanên xwe de meşandina civakê dest pê kiriye.
Bi taybetî piştî êrişên Hemasê yên li dijî Îsraîlê di 7ê Çiriya Pêşîn de, em tev dibînin ku rêxistinên ku şerê nûneratiyê ji bo Îranê li herêmê dimeşînin têne tasfiyekirin. Di vê de tasfiyekirina rêxistinên marksîst ên ku di wan salan de hatibûn avakirin jî heye. Ji ber vê sedemê, em dê bi derfeteke nû re rû bi rû bimînin ku êdî Kurd jî li herêmê bi rêya siyasetê û partiyên siyasî di têkoşîna demokratîk de ramanên xwe bigihînin civakê û siyasetê bikin.
Dema em pirsên we û şiroveyên ku min berê kirin bi hev ve girê bidin, piştî hilbijartinan derfeta DEM Partiyê ya siyasetkirinê di nav Hevpeymaniya Cumhur de dê were amadekirin. Divê ev hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo DEM Partiyê wekî bipêşketineke gelekî girîng were nirxandin.
Rûdaw: Birêz Oktay, Ev aloziyên ku van rojan ji ber girtina Îmamoglu çêbûne, xwenîşandan çêbûne, gelek kes hatine girtin karin bandoreke negatîv li pêvajoya aştî û çareseriyê bikin?
Hasan Oktay: Di serdana heyeta Partiya Tevgera Netewperest a bi serokatiya Sekreterê Giştî Îsmet Buyukatamanî ji bo DEM Partiyê de, Ozturk Turkdogan ev mijar anî rojevê. Li beramberî vê, Birêz Îsmet bi hevokên bijarte bersiv da û got ku li ser mijarên ku ketine pêvajoya hiqûqî zêde nabe were axaftin. Îtirazên Birêz Ozturk girîng in ji ber ku li Tirkiyeyê, kiryarên li dijî şaredarekî ku bi hilbijartinê hatiye ser kar ji aliyê mafên mirovan û demokrasiyê ve ne tiştekî pejirandî ye, wekî ku Birêz Ozturk jî diyar kiriye.
Helbet zêdetirî hezar kesî di nav wan de xwendekar hene ku hatine binçavkirin û girtin, li kolanan xwenîşandan tên lidarxistin. Lê divê ev xwepêşandan di çarçoveya rêgezên demokratîk de bin û divê hêzên ewlehiyê bi tundî tevnegerin. Dema Tirkiye ber bi formeke aştiyê ve bi lez diçe, divê li hemberî kesên ku derketine kolanan û beşdarî van xwepêşandanan bûne helwesteke nermtir û fêhmbartir were nîşandan.
Di vî warî de, îtirazên Ozturk Turkdogan bi rastî jî girîng û rast in. Lê dema em li rewşa Ekrem Îmamoglu dinêrin, hîn 3 sal ji hilbijartinên Serokatiyê re mane, dîsa jî bi pêvajoyeke bi vî rengî hatina rojevê, dilgiraniyekê derbarê bernameyên hikûmetê de afirandiye. Di nav endamên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) de ku endamê hikûmetê ye, kelecanek çêbûye û ji ber vê kelecanê jî ev pêvajo dest pê kiriye.
Bi rastî, eger Ekrem Îmamoglu tevgerên xwe li gorî salrêza hilbijartinên Serokatiyê kiribin, dibe ku ew qasî lê nehatiba girtin. Ev pêvajoyeke demkî ye, aloziyeke demkî ye û piştî cejna dê normalîze bibe. Wekî ku hûn jî dizanin, duşem û sêşema borî li Tirkiyeyê betlaneya cejnê bû. Birêz Serokkomar, bi liberçavgirtina van xwepêşandanan, betlaneya cejnê derxist 9 rojan û bi vî awayî agirê xwepêşandanan jî kêm kir. Piştî cejnê jî xuya ye ku xwendekarên ku hatine desteserkirin dê werin berdan û ber bi normalîzebûneke lezgîn ve dê were çûyîn.
Rûdaw: Birêz Oktay, Bahçelî îro jî daxuyaniyek dabû tê de behsa nivîsandina destûreke nû jî dike. Dibêje "Divê di destûra nû de her kes karibe xwe bibîne." Gelo wê Kurd di vê destûra nû de çawa werin pênasekirin?
Hasan Oktay: Bahçelî di Rojnameya Turk Gunê de gotareke berfireh û balkêş weşand. Di vê gotarê de nûçeyên gelek balkêş hene. Wî zêdetir li ser aştiya ku hemû beşên civakê bikarin bipejirînin û hiqûqa hevwelatîbûna destûrî sekiniye, ne li ser guhartinên destûrê. Lê ji bo guherandina destûrê, wekî ku min berê jî got, hewce ye ku DEM Partî di nav hikûmetê de cih bigire. Ji ber ku ji bo guherandina madeyên destûrê pêdivî bi erêkirina 400 parlamenteran heye.
Di vî warî de, DEM Partî, AK Partî û MHP dikarin bi hev re komîsyonan ava bikin û bi rêkeftina ku dê ew pêk bînin, dikarin hin madeyên destûrê ji nû ve binivîsin. Ev mijarek teknîkî ye. Ji bo vê, divê pêşî cejna derbas bibe û piştî cejnê, piştî ku heyetan tên avakirin û bi taybetî piştî ku DEM Partî bi awayekî fermî yan nefermî di nav hikûmetê de cih digire, hingê dê nikaşên li ser ji nû ve venihêrtina madeyên destûrê dest pê bikin.
Dibe ku ne tenê madeya 66an, lê belê belkî madeyên din jî dê werin venihêrtin û pêvajoyeke demokratîkbûnê dê bête lezandin. Di vir de, Partiya Dad û Geşepêdanê bi taybetî li ser guherandina madeyên têkildarî hilbijartina dubare ya Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan disekine. Diyar e ku dema ev were rojevê, partiyên din jî dê ji bo ku Partiya Dad û Geşepêdanê hejmara 400 peyda bike, nêrînên xwe derxin holê û bi rêkeftinekê li ser destûrê hin guherîn û tamîratan bikin.
Di vî warî de, helwesta Dewlet Bahçelî ya li ser pêvajoya vebûnê û gotara wî ya di Rojnameya Turk Gun de gelekî girîng e. Ya girîng ew e ku ne tenê guherandina destûrê, lê belê divê ev aştî ji aliyê hemû beşên civakê ve were qebûlkirin û bi vî awayî, bi hestekî endamtiya nû, beşdarbûna sîstemê pêk were. Ji bo vê jî, wekî ku min di destpêkê de got, beşdarbûna DEM Partiyê di navenda birêveberiyê de û di pêvajoya biryardayînê de gelekî girîng e. Ev dê dest bi pêvajoyeke bi qasî şoreşê girîng bike.
Rûdaw: Birêz, hûn behsa wê yekê dikin ku wê êdî DEM Partî bi rengekî ji rengan di nava hikûmetê de di nav postan de cîh bigire. Danûsatandineke bi vî rengî di navbera DEM Partî û MHP û AK Partiyê de dest pê kiriye gelo?
Hasan Oktay: Em dikarin wiha bibêjin. Niha Partiya Tevgera Netewperst piştgiriyê dide hikûmetê. Lê bi awayekî fermî di nav hikûmetê de nîne. Wekî nimûne, HUDA PAR jî di nav hikûmetê de ye lê di çarçoveya wezaretê de temsîliya wan tune ye. Bi vî mînakî re, xuya ye ku DEM Partî jî dê di nav hikûmetê de cih bigire, lê gelo dê temsîliyeteke di warê wezaretê de hebe? Hevdîtinên ku têne kirin dê vê yekê diyar bikin, lê wekî ku min got, di Konseya Bilind a Dadweran de, ku berê bi navê HSYK dihat naskirin, di rojên pêş de endamtiya hemûyan bi dawî dibe. Dê hilbijartina endamên nû çêbibe. Li kulîsên Enqereyê tê gotin ku kontenjaneke taybet ji DEM Partiyê re hatiye veqetandin. Ev bi serê xwe, nîşaneyek girîng e ku hikûmet û DEM Partî di serdema nû de dikarin bibin hevpeymanên koalîsyonê.
Ji van nîşaneyan diyar dibe ku di pêvajoya pêş de DEM Partî dê di nav hikûmetê de cih bigire, lê awayê vê beşdariyê dê bi hevdîtinên ku tên kirin were diyarkirin. Li kulîsên Enqereyê bi rastî li ser vê mijarê guftûgoyên girîng têne kirin. Wekî ku min anî zimên, têkiliyên Bakurê Îraq û Tirkiyeyê û tevlîbûna rêxistina heyî ya li Sûriyeyê bi hikûmeta navendî re û tevgera ber bi sîstemeke destûrî di nav yekitiya axa Sûriyeyê de, nîşan didin ku modela Tirkiyeyê dê bandoreke cidî li Îraq û Sûriyeyê bike. Di nav vê de, derfet û îhtimala beşdarbûna DEM Partiyê di nav hikûmetê de her diçe zêdetir dibe.
Rûdaw: Birêz Oktay, beriya cejnê behsa girtiyên siyasî jî hate kirin, gotin "Dê Demîrtaş derkeve, di cejnê de li gel malbata xwe be." Piştre Wezîrê Dadê got, "Tiştekî wiha di rojeva me de nîne." Dibe ku piştî cejnê girtiyên siyasî jî yên wekî Demîrtaş bi kêmanî bêne berdan?
Hasan Oktay: Li ser vê mijarê du raman hene. Ya yekem dibe ku efûyeke giştî were ragihandin. Bi vê efûya giştî re, girtî û mehkûmên di girtîgehan de bi carekê dikarin werin berdan yan jî wekî mînaka Selahattîn Demîrtaş, ji ber ku hîn li ser Selahattîn Demîrtaş biryareke dadgehê a qetî tune ye. Ji ber vê, tê gotin ku li ber çavgirtina dema ku ew razaye, îhtimala berdana Selahattîn Demîrtaş piştî cejna dê çêbibe.
Lê bi awayekî giştîtir li vê mijarê were nihêrtin, xebata li ser efûyekê heye. Ji ber ku di 25emîn, 50emîn û 75emîn salvegera Komarê de efûyên giştî hatibûn dayîn, lê di 100emîn salê de ti efû nehatibû ragihandin. Dibe ku bi liberçavgirtina 100emîn salê jî, efûyeke giştî were ragihandin. Lê eger efûyeke giştî jî çênebe, dîsa jî piştî cejna dê hinek bipêşketinên surprîz hebin derbarê hem girtina şaredaran û endamên DEM Partiyê yên ku ji ber siyasetê hatibûn girtin, hem jî derketina Selahattîn Demîrtaş a ji girtîgehê.
Digel vê, zêdetirî 1100 xwendekar û xwenîşanderên ku ji ber beşdariya mitîngên Partiya Gel a Komarî hatibûn binçavkirin, dê werin berdan û bi vî awayî, li Tirkiyeyê lihevhatineke civakî û atmosfereke nû ya demokratîk diyar dibe ku dê çêbibe.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin