Haşim Haşimî: Şêx Seyfullah ji her kesî cefa dît wefa da
Xelîfeyê dawî yê Seyîd Qedîrê Cizîrî Şêx Seyfullahê Ensarî ku xezûrê sîyasetmedarê kurd Haşim Haşimî bû di 90 salîya xwe de jîyana xwe ji dest da.
Xelîfeyê dawî yê Seyîd Qedîrê Cizîrî Şêx Seyfullahê Ensarî ku xezûrê sîyasetmedarê kurd Haşim Haşimî bû di 90 salîya xwe de jîyana xwe ji dest da. Haşim Haşimî bal kişand ku Şêx Seyfulah li ser heqîqet, edalet û wehdetûl wicûdê meşîyaye û tim piştevanê mezlûman bûye. Li gorî Haşim Haşimî, herkesî cefa daye Şêx Seyfullahê Ensarî lê wî wefa daye herkesî.
Xelîfeyê dawî yê Seyîd Qedirê Cizîrî Şêx Seyfullah Ensarî li Amedê jîyana xwe ji dest da. Şêx Seyfullah ku weke Bav Şêx jî dihate naskirin ji terîqeta nexşebendî bû. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê bi hezaran mirîd ango mirşîdê wî hebûn. Ew ji kamera û çapemenîyê dûr, li Amedê bi beşdarîya bi hezaran kesan hate veşartin. Şêx Seyfullah Ensarî xezûrê parlamenterê berê yê Amedê Haşim Haşimî bû.
Digel ku bi hezaran kesan xwest bên şîna Şêx Seyfullahê Ensarî jî ji ber koronayê malbata wî nehişt ku şîn bê danîn. Haşim Haşimî ku hevjînê keça Şêx Seyfullah e, derbarê jîyana xezûrê xwe de ji Rûdawê re axivî. Parlamenterê berê yê Amedê Haşim Haşimî, bal kişand ku kêm kes hene di 15 salîya xwe de xelîfetî wergirtibin û yek ji wan jî Şêx Seyfullah bûye.
Haşim Haşimî wiha behsa şêx dike, “Wî bi xwe di emrê biçûk de tedrîsa ilimê kir. Qesta dergeha tekya Seyîd Qedîrê Cizîrî kir. Perwerdehîya xwe, tehsîla xwe li cem Seyîd Qedîrîyê Cizîrî derbas kir. Di ilmê de û bi taybetî di zimanê farisî û erebî de jî xwe bi pêş xist. Zimanê wî yê dayikê ji xwe zaravayê dimilkî ye. Bes kurmancîya wî gelek baş bû. Van zimanan weke ilim jî baş dizanî. Tedrîsata xwe ya medreseyê pêşî li cem Xelîfeyê Şêxê Tevîle Şêx Şûrebêlê Cizîrî, dûre jî li cem Seyîd Qedîrê Cizîrî kir. Di emrê xwe yê 15 an jî 16an de yekser bû xelîfe. İzna xelîfetîyê girt. Bû xelîfeyê Seyîd Qedirê Cizîrî.”
Şêx Seyfullahê Ensarî bi gotineke din Bav Şêx, piştî ku xelîfetîya xwe ji Seyîd Qedîrê Cizîrî girt, li navçeya Hênê ya Amedê dest bi îrşada tesawifê kir. Di demeke kurt de li wê herêmê nav û dengê wî belav bû. Piştre di hêla gundên deştê yên Qerejdaxê de îrşada xwe berdewam kir. Ji ber ku tim rastîyê digot û rîya rast nîşanî xelkê dida, xelk beşdarî telîm, perwehdehî û îrşada wî dibûn. Ji bajarên weke Stenbol jê re gelek vexwendname hatin. Ji ber ku li Stenbolê gelek mirîdên wî hebûn, dixwestin Şêx li Stenbolê bi cih bibe û îrşada xwe li wir bike. Lê wî ev yek qebûl nekir û dev ji bajarê Amedê berneda. Li gorî Haşim Haşimî nêrîna tesawifî ya Şêx Seyfullahê Ensarî li ser esasê wefayê ye. Sedaqeta mûrşîdê xwe, exlaq û edeba tesawifê di ser her tiştî re didît. Ji ber vê yekê îstiqameta wî eşqa xwedê bû.
Haşim Haşimî, tesawifa xezûrê xwe Şêx Seyfullah wiha pênase dike, “Îstiqameta wî îslama heqîqî ye, ne misilmanetîya tund e. Ji vê îstiqametê qet cuda nebûye. Li ser wê îstiqametê îrşada xwe dewam kir û heta wefata xwe jî dest ji vê îstiqameta xwe berneda. Ji gelek deran ezîyet û cefa dît. Her kesî cefa dayê lê bi rastî wî wefa da herkesî. Heq û hiqûq û edalet û ehlaqê bilind rêça wî bû. Her tiştê wî li ser esasê eşqa xwedê bû.”
Şêx Qedîrê Cizîrî ku mamosteyê olî yê Şêx Seyfullah Ensarî bû, yek ji nûnerê herî naskirî yê xeta neşxebendîyan bû. Ji çar alîyên Kurdistanê, Tirkîye û welatên din ên misilman gelek kes xwestin ji wî xelîfetî wergirin. Lê wî xelîfetî neda herkesî. Ji nava wan oldaran tenê xelîfetê da 12 kesan ku yek ji wan jî Şêx Seyfullahê Ensarî bû. Hemû xelîfeyên Seyîd Qedîrê Cizîrî heta roja îro jîyana xwe ji dest dabûn û tenê Şêx Seyfullah li heyatê mabû. Wî jî di 13ê tîrmehê de jîyana xwe ji dest da. Li gorî Haşim Haşimî şêx heta dawîya jîyana xwe jî li ser rêya Cizîrî meşîyaye û yek misqalek jî ji vê rîya tesawifî şaş nebûye.
Haşimî vê taybetîya şêx wiha bilêv dike, “Îstiqameta wan îslama heqîqî ye. Muktasebata ilmê wan û ehlaqa wan dînê îslamê ye. Di muktasebeta wan de bi rastî ehlîbeyt bilind e. Ew parastine. Zirûyeta pêxember parastine. Di mutesebata wan de,di jîyana xwe de hemû deman li hemberî zilmê derketine û piştevanîya mezlûman kirine. Tesawif ilmekî pir fireh e. Bi fikra wehdetûl wicûd û wehdetî şihûd tê parastin. Ji bo wan reş û spî, dewlemend û feqîr nîn e. Ev ilim ilmê qelbî ye, îşê dilî ye. Şêx Seyfullah li ser vê îstiqametê îrşada xwe ya tesawifî meşand û di nava xelkê me de qedr û qîmeteke mezin dît. Şêx dilgirê mezlûman bû. Hertim heqîyê digot. Bes tiştekî wî yê zelal hebû, hez ji şohretê nedikir. Medyayê qebûl nedikir."
Rudaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin