Haydariyek ji aliyê Navenda Teşkîlata PDKÎ ve
.
Navenda Giştî ya Teşkîlata Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq pîlaneke nû ya rejîma Îranê li dijî xelkê Kurdistanê û Hizba Demokrat haydariyek belav kir.
Deqa haydariyê wiha ye:
Hevnîştimanên têkoşer!
Xelkê pêşmergehezkiriyên Kurdistanê!
Li dirêjahiya pîlanên berdewam ên Komara Îslamî ya Îranê li dijî Hizba Demokrat û pêşmergên Kurdistanê, rejîm dixwaze pîlaneke nû bi rê ve bibe û hewce ye ku hûnên rêzdar jî, jê haydar bin.
Navendên ewlehî yên rejîmê di pîlaneke nû de, bi cîbicîkirina senariyoyekê dixwaze rûmeta paqij û şoreşgêrane ya pêşmergên têkoşer ên Kurdistanê ji ber çavê xelkê Kurdistanê nehez bikin. Pîlana rejîmê ev e ku dixwaze caş û bikirêgirtiyên xwe ji wan Spaha Pasdaran û Îtilaatê, bi kincên xakî yên pêşmergane û bi karta pênaseya pêşmerge û logoya Hizba Demokrat, bişîne gund û bajarên Kurdistanê û bi navê pêşmerge dest bihavêjin bi azar û eziyeta xelkê. Pêka wê bernamê, rejîm dixwaze ji rêya mohreyên xwe ve tevî bêrîzîkirin bi xelkê, bi zorê pere ji wan bistîne û fîlm û wêne ji wan hilgire û bi nîşandana fîlm û senariyoyên xwe, rûmeta pêşmerge û xortên têkoşer ên we pê nahez bike.
Her çawa ku xelkê Kurdistanê di heyama temenê Komara Îslamî de gelek caran hewlên tirsonek ên bi vî awayî ji aliyê rejîmê ve dîtine û haydarê tev niyaz û mebestên qirêj ên rejîma Îranê bûne û dizanin, lê hewce ye wê carê jî, xelkê pêşmergehezkiriyên Kurdistanê û bîrûraya giştî ya Îranê ji wê pîlana navenda ewlehiya rejîmê haydar bikin.
Di nûçe û senariyoyek din de, navendên ewlehî yên rejîmê belav kirine ku derbeyek ji tîmeke xebatkarên Hizbê di navxweyê welat de xistine û çend kes şehîd û yên din jî binçav kirine. Di vê pêwendiyê de jî, em bi hewcehî dizanin rabigehînin, ku ew nûçeye di bingehê de direw e û mebesteke ewlehî ya din ji pişt e.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Teşkîlatê
22ê Banemera 1402 a Rojî
Çavkanî: Kurdistan Media
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin