HDP: Ayhan Bilgen di bin çavan de ji xwarinê jehrî bûye
HDPê diyar kir, Serokê Şaredariya Qersê Ayhan Bilgen dema di bin çavan de ye, ji ber xwarinê jehrî bûye û piştî rewşa wî ya tenduristiyê ber bi xerabiyê ve diçe jî, dewleta Tirkiyê ew nebiriye nexweşxaneyê.
A+A-
Li gor Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, piştî Ayhan Bilgen û 82 endam û berpirsên wan ê din, di roja 25.09.2020an de bi fermanda dadwerê giştî yê Enqerê hatibûn girtin, li navenda emniyetê ji ber xwarinê Ayhan Bilgen jehrî bûye û ew nebirine nexweşxaneyê.
HDPê da zanîn, her çend rewşa tendirustiya Ayhan Bilgen nebaş bûye û têk jî çûye jî, hêzên ewlehiyê destûr nedane ku Ayhan Bilgen bibin nexweşxaneyê.
Herwiha Asayîşa Enqerê jehrîbûna Ayhan Bilgen red kiriye û eşkere kiriye ku wan rê daye Ayhan Bilgen here nexweşxaneyê.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin