HDP: Em Komkujîya Enfalê ti carî ji bîr nakin

HDP: Em Komkujîya Enfalê ti carî ji bîr nakin

HDPyê bi daxuyanîyeke nivîskî bal kişandîye ser salvegera Komkujîya Enfalê û gotîye ku “Em Komkujîya Enfalê ti carî ji bîr nakin û nadin jibîrkirin”.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Lijneya Rêveberîyê ya Navendî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 34em Salvegera Komkujîya Enfalê de peyameke nivîskî weşandîye û gotîye ku, “Di sedsala 20emîn de, li cîhanê, li gelek deran komkujî li dijî gelan pêk hatin, lê dewletên cîhanê li hemberî van komkujîyan bêdeng man. Bêdengî û xemnexurîya dewletên cîhanê, rê li ber komkujîyên din vekir û di encamê de bi milyonan kes hatin qetilkirin.”

HDPyê di mesaja xwe de wiha gotîye:  

“Di navbera salên 1986-1989an de ji alîyê rejîma BEES a Sedam ve, komkujîyeke mezin li dijî kurdan pêk hat; ji 180 hezar kesan zêdetir kurd hatin qetilkirin, 4 hezar 500 gund hatin xerabkirin û ji milyonekî zêdetir kurd hatin koçberkirin. Başûrê Kurdistanê di navbera wan salan de bi awayekî hovane hat talankirin. 

“Di 16ê Adarê de li Helebceyê çekên kîmyayî hatin bikaranîn û bi hezaran kurd hatin qetilkirin, lê cîhan li hemberî vê komkujîyê bêdeng ma. Her çend Dadgeha Cezaya Bilind a Iraqê, di sala 2007an de biryarek wergirtibe û Enfal wek “komkujî” qebûl kiribe jî, gelek berpirs û kujerên komkujîyê îro hîn jî nehatine darizandin. Enfal wek birîneke kûr, îro jî dilê kurdan diêşîne. 

“Di sedsala 20emîn de, li cîhanê, li gelek deran komkujî li dijî gelan pêk hatin, lê dewletên cîhanê li hemberî van komkujîyan bêdeng man. Bêdengî û xemnexurîya dewletên cîhanê, rê li ber komkujîyên din vekir û di encamê de bi milyonan kes hatin qetilkirin. 

“Em di 14ê Nîsanê Roja Bîranîna Neteweyî ya Enfalê de vê komkujîyê bi tundî nalet û şermezar dikin, hemû qurbanîyan bi dilekî xemgîn bi bîr tînin û careke din hevxemîya xwe arasteyî hemû malbatan dikin. Ji bo ku Enfal, Helebce û komkujîyên din careke din neyên kirin, em bangî her kesî dikin da ku li dijî komkujîyan bêdeng nemînin. Di 34’emîn salvegera wê de em Enfalê tu carî ji bîr nakin û nadin jibîrkirin!”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin