HDPê xebata xwe ya Meclîsê da rawestandin
Ew ê bêşdarê xebata yasayî ya parlamentoyê nebin”.
A+A-
Grûba Meclîsê ya HDP û Birevebîrya Partîyê di 5 û 6ê Mijdara 2016ê de li Amedê civîn li dar xist û encama civînê bi daxuyanîka çapemenîyê ji raya giştî re eşkere kir.
Mebûs û Berdevkê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen encama civînê xwend û got:” Partîya wan karên xwe yên nav Meclîs Mezin ya Tirkiyeyê dane sekinandin û ew ê bêşdarê xebata yasayî ya parlamentoyê nebin”.
Bilgen got; HDPê dê xebata xwe di nav xelkê de bike; mal bi mal, kolan bi kolan li her cî bigerin û guhên xwe bidin xelkê.
Herwaha Ayhan Bilgen aşkere kir ku ew girtina Hevserokên Partîyê Selahedin Demirtaş û Figen Yuksekdag û 7 parlementerên xwe ku hatine girtin şermezar dikin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin