“Hebûna Emerîka li Suryayê rewşê aloztir dike”
Rusiya radigehîne ku vemana hêzên Emerîka li Suryayê dibe sedema wê yekê ku rewşa wî welatê zêdetir aloz bibe.
A+A-
Rusiya radigehîne ku vemana hêzên Emerîka li Suryayê dibe sedema wê yekê ku rewşa wî welatê zêdetir aloz bibe.
Marya Zaxarova, gotebêja wezareta derveya Rûsyayê, di kongireyeke rojanamevanî de, ku nûçegihanê Kurdistan24 têde amade bû, ragehand:
“Hebûnahêzên Emerîka li Suryayê ne di berjewendîya wî welatî de ye û rewşa wî welatî aloztir dike.”
Hêzên Emerîka li deverên jêr desthilata Hêzên Suriya demokrat(HSD) li bakûr û rojhilata Suriyayê belv bûne.
Rûsya û Suriya hêzên Emerîkayê li navçeyên Bakûr û rojhilata Suriyayê bi pêşêlkirina yasayên nêv dewltî dizanin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin