”Hebûna leşkerên Tirk ên li Herêma Kurdistanê ne yasayî ye”
5 partiyên li Parlamentoya Herêma Kurdistanê derbarê hebûna leşkerên Tirk li herêma Başîqa ya Mûsilê de ragihand, helwesta Tirkiyê deryasayî ye û li dijî qanûna bingehîn e.
5 partiyên li Parlamentoya Herêma Kurdistanê derbarê hebûna leşkerên Tirk li herêma Başîqa ya Mûsilê de ragihand, helwesta Tirkiyê deryasayî ye û li dijî qanûna bingehîn e.
Her penc partiyên li Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê, Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Partiya Kominist a Kurdistanê û Partiya Tevgara Îslamî (Bizutnewe) derbarê hebûna leşkerên Tirkiyê li herêma Başîqayê de daxuyaniyekê hevpar da.
Di daxuyaniya hevpar a her 5 partiyan de hat gotin ku hebûna leşkerên Tirk ên li Herêma Kurdistanê ne yasayî ye û biryara Parlamentoya Kurdistanê hatiye binpêkirin û daxwazkirin ku di zûtirîn demê de leşkerên Tirk derkevin.
Berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin: "Niha beşek leşkerên Tirk sînor derbas kirine û di nava xaka Herêma Kurdistanê de bi cih bûne. Ji ber vê yekê hebûna van hêzan deryasayî ye. Binpêkirina biryara parlamentoya Herêma Kurdistanê ye û binpêkirina serweriya xaka Herêma Kurdistanê ye. Em daxwaza dikin ku ew hêza Tirkiyê di zûtirîn demê de vegere Tirkiyê.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin