Hejmara 16an a Kovara Dilopê derket
Kovara Dilopê di hejmara xwe ya 16an de dosyeya Osman Sebriyî amade kiriye û weşandiye. Dosya bi keda Firat Cewerî, Mehmet Oncu, Şeyhmus Diken û Hêvî Sebriyê ve hatiye amadekirin.
Hejmara 16an Kovara Dilopê derketiye. Kovara du mehî ya çand, huner û polîtîkayê di vê hejmaraê de dosyeyê Osman Sebriyî amade kiriye.
Dosye bi keda Firat Cewerî, Mehmet Oncu, Şeyhmus Diken û Hêvî Sebrî, keça Osman Sebrîyî ve hatiye amadekirin.
Bikaranîna ziman li ba xizan û dewlemendan
Mijara dosyeya borî ya kovarê statuya ziman û bikaranîna wê bû. Di vê hejmarê de jî ev nîqaş berdewam e lê ji aliyê ekonomî-polîtîk ve. Necat Ayazê lêkolîner bikaranîna kurdî ya ji aliyê çînên civakî ve daye ber hev. Ayaz, mînakên dinyayê nîşan daye û bal kişandiye ser dewlemend û xizanên kurd bê ka kîjan çîn çima bêhtir bi kurdî dipeyive.
Serhildana Agiriyê û Xoybûn
Di kovarê de ji bilî dosyayê hin nivîsên din jî ku hatine weşandin ev in:
Ayhan Erkmen qala serpêhatiyên sosret ên malbata Ebasê Miho kiriye. Mehmet Bayrakê lêkolîner jî nivîsek li ser girîngiya dîplomasiya Xoybûnê nivîsandiye.
Du rîtuelên kurdan
Mesut Alp di vê hejmara kovarê de berê xwe daye tarîxa Mezopotamyayê û ketiye pey şopên deqan. Deq kengî û çawa derketiye holê? Mirovan çima xwe deq dikin û di nav gelên herêmê de cudahiyên wê çi ne? Alp, bersiva van pirsan daye. Nivîs bi wêneyên rengîn ên Selmet Guler rengîntir bûye.
Rîtuela din Cejna Hinaran a Hewramanê ye. Îbrahîm Şadman li ser vê rîtuela Yarsanan nivîsiye. Cihê hinarê di baweriya Yarsanan de çi ye û çima wekî cejnek ango festîvalek tê pîrozkirin? Uranus Alizadeha wênekêş jî bi wêneyên xwe atmosfera festîvalê li ber çavan raxistiye.
Du Seîd û Lawje
Îsal du neferên muzîka kurdî ji nav me bar kirin. Du Seîd; Seîd Yûsif û Seîd Gabarî di navbera du mehan de koç kirin. Zeyneb Yaşê, di vê hejmarê de li ser van herdu Seîdan nivîsîye. Yaşê, bi berfirehî jînenîgariya wan, xebatên wan ên di warê muzîkê de û girîngiya wan a bo muzîka kurdî bi xwîneran nîşan daye.
Mela Mihyedîn jî ligel şopdarên herdu Seîdan, ligel Koma Lawje ya ku dixwaze muzîka gelêrî ragihîne ciwanan, ragihîne dahatuyê hevpeyvînek li dar xistiye. Çîroka avakirina Lawjeyê, armanc û hedefên wan ji aliye hersê endamên komê ve, bi sohbeteke geş têne ravekirin.
Weke hejmarên borî Fewzî Bîlge yê ressam dîsa bi tabloyeke xwe û şîroveya vê tabloyê kovarê rengîntir dike. Şairên vê hejmarê Osman Sebrî, Turgut Uyar û Narîn Omer in. (FD)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin