Hejmara 477an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

Hejmara 477an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

.

A+A-

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Manşêt Rûpela 1 - Şoreş namire!, nivîsa Kerîm Perwîzî

Rûpela 2 - Gotara - Xermanana pir xem, nivîsa Nûredîn Sofîzade.

Rûpela 3 gotara - Şerefkendî, Rêberek bo demên dijvar, nivîsa Elî Munezemî.

Rûpelên 4 gotara - Şoreşa Jîna - Jin, Jiyan, Azadî -  Ew dengên nehatin bihîstin!, nivîs Dr. Mecîd Heqî.

Rûpela 5 gotara - WELATPARÊZÎ Wlatparêzî erkekî seasî yê her Kurdekî neteweperwer e, nivîsa Cano Amedî.

Rûpela 6 gotara - Li Îran û Kurdistanê binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin, nivîsa Bêhzad Qadirî.

Rûpela 7 gotara - Êdî rêjîma Îranê şikefta Seholan li Mehabadê tam piştguh xistiye, nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpelên 8  gotara - Serdar Êywez xan, Kurdê Celalî, nivîsa Rojan Kurmanc.

Rûpela 9 - daxûyanî û rêportajek li derheq Konferansa “Kurdên Qefqasyayê û Perspêktîfên Neteweyî”

Rûpela 10 gotara - Jinên xelat vergirtî, nivîsa Vênûs Fayq.

Rûpela 11 - Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12ê dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek li derheq 17ê Xermananê salvegera êrîşa mûşekiye rêjîma terorîste Îranê bo ser binkê Hizba Dêmokrat û bîranîna şehîdên wê kiryara dirindane a rêjîma Îranê ye ku dîsan ev postêr bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin