Hejmara duyem a kovara The Hall Kurdî hat weşandin

Hejmara duyem a kovara The Hall Kurdî hat weşandin

.

A+A-

Bi jimara meha Sibatê kovara The Hall Kurdî ji bo xwendinê amade ye. Di vê jimarê de hûnera NFTê mijara sereke ye û berga kovara Sibatê bi vê trenda nû derket. Lewra dinya bi lez û bez ber bi cihaneke nû ya sanal ve diçe. NFT ango hunera krîpto, trenda herî balkêş ya salên dawîn e.

Ciwanên Kurd jî di vê qadê de bi hûnerên xwe ve balê dikşînin. Keçeke Kurd a jîr û jêhatî Koshe Salayî digel 2 hevalên xwe hesaba NFTKURD damezrandiye NFTyan diafirînin. Di vê jimarê de bi artîsta NFTê û damezrînera hesaba NFTKURDê Koshe Salayî re hevpeyvîneke me heye. Meraqdarên NFTê dê ji vê gotara ku bi zimanekî zelal û têgihîştî hatiye nivîsîn hûrguliyên vê hunerê hîn bibin.  

Bûyerên li Qazaxistanê yek ji mijarên kovarê ye. Qazaxistan welateke girîng e li erdnîgariya xwe û civakeke Kurdan jî li wir heye. Loma ji bo ku agahiyên zelal werbigrin û rewşa Kurdên li wî welatê hîn bibin me pirsên xwe ji xanima karsaz û çalakvana Kurd Narîn Nadirovayê re şandin. Wê jî bi bersivên xwe ji me re behsa meselê û rewşa Kurdên Qazaxistanê kir.

Babeteke girîng û hêja jî nivîskar Necat Zivîngî nivîsand. Mamoste Zivingî di gotara xwe de balê dikşîne ser alîyekî din ê Melayê Cizîrî, behsa “Resmên Nü Yên Windayî Yên Cizirî” dike. Necat Zivingî bi vê gotara xwe Cizirînasiyê radike qonaxeke nû.

Di sala 2020ê de bi deh hezaran kes ji Tirkiyeyê serî li peymana Enqereyê dan. Bi hezaran kes hatin li Keyaniya Yekbûyî bicî bûn. Di vê jimarê de hûn ê serpêhatiya du bijîşkên Kurd ên serkeftî bixwînin. Gezo û Îzzet Bozkurt bi Peymana Enqereyê hatine Îngilîstanê. Hedef û hêviyên wan, jiyana wan a li Amedê û serpêhatiya wan a li xeribiyê hêjayî xwendinê ye.

Di kovara meha Sibatê de projeyekê alîkariyê jî em didin nasîn. Daleel Hagy civanekî ji Rojavayê Kurdistanê ye. Wî projeyeke dar danînê hazir kiriye ji bo Bakurê Rojhilata Sûriyê û Herêma Kurdistanê. Daleel projeya xwe li Londonê daye destpêkirin û bi vê projeyê dixwaze alîkariyek bigihîne deverê û kesên ku ji warê xwe bûne û her wiha bi çandina daran herêmê bike ciheke hêşîn.

The Hall Kurdî li ser du platforman belav dibe. Ji wan yek issuu.com ya din jî

epirtuk.com e. Xwînerên me dikarin ji van lînkan rahêjin kovara me û bê pere

bixwînin.

https://issuu.com/thehallnews/docs/the_hall_fi_nal_kurdi

https://epirtuk.com/260-thehall

Hesabên me yên medyaya civakî jî wiha ne:

Instagram/@thehallkurdi

Facebook/The Hall Kurdî

Twitter/ @KurdiHall

The Hall Kurdî vê mehê jî ji bo xwendinê têr û tije ye.

Bi Kurdî bixwînin, tehmê jê hilînin.   

 

Erol Başak- Damezrîner û Edîtor

[email protected]

+44 7593 745260

6afee247-9634-4b8d-b9d7-600e51b70bda.jpg8198af65-8d90-4232-848c-c2c484939fa5.jpg

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin