Hejmara koçberên Kobanî yên li Cezayîrê xeniqîne zêde dibe

Hejmara koçberên Kobanî yên li Cezayîrê xeniqîne zêde dibe

.

A+A-

Roj bi roj nasnemeya kesên nû ya koçberên Kobanî yên ku li Cezayirê belema wan binav bûbû tê eşkerekirin, herî dawî nasnameya Bekir Bozan hatibû naskirin ku xelkê gundê Cirinê ye li Rojhilatê Kobanî, bi vî awayî hejmara giştî ya koçberên hatine naskirin dibe 9 kes.

Malbata Bekir bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, bo wan bibe alîkar da ku termê wî vegerînin.

Esed Mihemed, pismamê Bekir got “Bekir Mihemed Bozan yê ji gundê Cirinê çû rehmetê di behrê de fetisî berê ku xwe bigihîne Îspanyayê. Em ji Herêma Kurdistanê dixwazin ku vê xizmetê ji me re bike cenazeyê wî ji me re vegerîne.”

Rojnamevan Zerdeşt Hemê ku xelkê Kobanî ye û bi xwe jî di heman rêyê de koçberî Ewropayê bûbû, behsa rewşa koçberên Kurd li Cezayirê dike.

Zerdeşt Hemê dibêje “Ez qet şîretê li kesî nakim ku di rêyê de were. Nimûme ez dixwazim bibêjim ew rê çiqas zehmet e daku xelkê me bizanibe. Dema koçberên Rojavayê Kurdistanê di destpêkê tên derbasî frokexaneya Bengazî ya Lîbyayê dibin, li wê derê qaçaxçî koçberan werdigrin, nêzikî 8 rojan di nav biyabana wî welatî de dimeşin heta digihîjin sînorê welatê Cezayîrê. Bi rêyeke ne yasayî jî derbasî sînorê Cezayîrê dibin di heman demê de nêzikê 8-10 rojan dimeşin di nav biyabana wî welatî de. Hindek çaran koçber di nav biyabana wan herdu welatan de rastî pirsgirêkan tên otomobîlên wan werdigerin. Piştî zehmetiyeke dûr û dirêj koçber xwe digihînin parêzgeha Wehranê yê Cezayirê. Li wê derê jî êdî her qaçaxçiyek bi rengekî serederiyê digel koçberan dike. Weke nimûne berî demekê serê her koçberekî 4 hezar Euro didan hete ku derbasî welatê Îspanyayê bibe. Lê aniha her koçberek 7-9 hezar Euro dide.”

Li gor zanyariyên ku ji Wehranê gihiştin e Tora Medyayî ya Rûdawê niha hejmareke zêde ya koçberên Kurd li Cezayirê hene, hinek li hêviya çûna bo Ewropayê ne û hinek ji wan jî dixwazin vegerin lê nikarin.

Zerdeşt Hemê got jî “Nêzikî 3 hezar ciwanên û malbatên Kurd li parêzgeha Wehranê hene ku mixabin piraniya wan jî xelkê bajarê Kobaniyê ne. Weke nimûne gelek koçberên me yê Rojavayê Kurdistanê li wê derê tûşî nexweşiya derûnî bûne, dixwazin vegerin nav welat jî lê nikarin vegerin, ji ber ku dema diçin cem hikûmeta Cezayirê, hikûmeta welatê Cezayîrê wan koçberan digre û davêje welatekî Efrîkî ku ew jî welatê Nîjerya ye.”

Çarşema borî du belemên koçberên Sûriyeyî ku piraniya wan xelkê Kobanî bûn li nêzîkê perava bajarê Wehranê yê Cezayirê binav bûn û di encam 8 kes rizgar bûn û nasnameya 9 kesên ku xeniqîne hatiye eşkerekirin û hejmarek kes jî hê wenda ne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin