Hejmara mirîyên nexweşîya Koronayê gihîşt 910 kesan
Derdora 3400 nexweş jî baş bûne
A+A-
Navenda Nûçeyan - Hejmara kesên ku ji ber nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest dane, 900 kes derbas kir.
Li gorî amarîn dawî, hejmara kesên ku li Çînê û cîhanê ji ber nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîştîye 910 kesan.
Hejmara berkeftîyên nexweşîya Koronayê jî gihîştîye 40 hezar û 171 kesan.
Heta niha Korona li herî kêm 27 welatên cîhanê hatîye dîtin.
Tê gotin ku zêdetirî sê hezar û 400 nexweş jî baş bûne ku zêdetirî 3200 kes ji Çînê ne.
Basnews
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin