Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derket
.
Hejmara 15an a Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derket. Kovara Derûnnasiyê piştî navbereke kurt di sala nû de bi dosyeya 'teoriyên derûnnasiyê' derket pêşberî xwênerên xwe.
Weke ku tê zanîn kovar di bin banê Weşanxaneya Avestayê de xebatên xwe dike û edîtoriya wê jî ji aliyê Abdulsıttar Ozmen, Siyabend Aslan, Samed Dogan, Leyla Turhan û Kenan Ormek ve tê kirin.
Di hejmara 15an de nivîsên ku cih girtine wiha ne:
Tendirustiya Zihnî di herêmên şer û qeyranê de, Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan
Norm di derûnnasiyê de, Wergera ji Îngilîzî: Bilal Oztunç
Derûnnasê Klînîkî, Yusuf Atabey
Hevpeyvîn bi Prof. Dr. Burhanettin Kaya re
Mirêka lacan di psîkanalîzê de, Psîkiyatrîst Dr. Azad Dildar
Geşedana Exlaqî ya Kohlberg, Doç. Dr. Akademîsyen Akif Akto
Margaret Mahler: Teoriya cihêbûn û takekesîbûnê
Zayîna derûnî ya zarokên mirov, Xwendekara Derûnnasiyê Fatma Zehra Gemi
Jînenîgariya Melanie Klein û Teoriya Têkiliyên Heyberan, Derûnnas Samed Dogan
Jean Piaget û Teoriya Geşedana Venasînî, Derûnnas Siyabend Aslan
Stîgmaya li ser nexweşiyên derûnî û peywenda xizmeta civakî, Pispora Xizmeta Civakî Gulperi Gunduz
Serpêhatiya Şîna Akût
Li xaniyên sersaxiyê yên Diyarbekirê û hokarên ku bandorê li ser tundiya şînê dikin
Psîkiyatrîst Dr. Evîndar Karabulut
Psîkiyatrîst Dr. Azad gunderci
Prof. Dr. Şakir Ozen
Wergera ji Îngilîzî: Pelda Ege
Derûnnasî û dîrok, Dîroknas Îlyas Tunç
Senifandina astengdarên zihnî, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab Şehîn
Depresyon û sîptomên li ser mêran, Anne Maria Moller-Leimkühler. Wergera ji Almanî: Rohat Mîran
Pirs û bersiv, Hesenê Metê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin