Hejmara nû ya Kovara Dilopê weke PDF hatîye weşandin

Hejmara nû ya Kovara Dilopê weke PDF hatîye weşandin

Kovara du mehî ya çand, huner, polîtîkayê Dilop, bi hejmara xwe ya gulan-pûşperê û weke PDF hatîye weşandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hejmara 14an a Kovara Dilopê ji ber nexweşîya koronavirusê ango Covid-19ê weke PDF hatîye weşandin.

Kovarê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser "Stratejîya avakirina Komarê û di 99 salîya xwe de Tevkujîya Koçgirîyê" amade kirîye. Dosya ji alîyê Gultekîn Uçar (Endamê Lijneya Rêveber a Avakar a Komeleya Çandî ya Koçgirî) ve hatîye amadekirin. Uçarî derheqê Koçgirîyê de lêkolîneke berfireh pêşkêş kirîye. Ji bilî vê Ayşe Hurê jî bi "Sal 1921: Serhildana Koçgirî, Alîşêr û Zarîfe" (bi tirkî) beşdarî di dosyeyê kirîye.

Sedsalîya Apê Mûsayî

Kovarê bi boneya 100 salîya Apê Mûsayî, ew kirîye berg û hevpeyvîna ku Firat Cewerî di sala 1990î de ligel Apê Mûsa kiribû weşandîye. Ligel vê hevpeyvînê helbesteke Arjen Arî ku li ser Apê Mûsa nivîsandîye jî hatîye weşandine.

Sovyet û kurd

Di vê hejmarê de kovarê li ser têkilîyên kurdan û sovyetê jî ciheke berfireh veqetandîye. Nivîsek ji alîyê Eskerê Boyîk ve bi boneya 90 salîya Rojnameya Rîya Teze hatîye nivîsîn. Boyîk di nivîsa xwe de qal dike bê piştî Şoreşa Cotmehê de kurdan çi derfetên pêşketî bidest xistin û bi van derfetan re sermeselê di warê çapemenîyê de çi karên hêja kirin. Nivîseke din a li ser kurdan û sovyetê ji qelema Yusuf Karataş nizilî ye. Karataş, bi nivîseke berfireh bal kêşaye ser Komara Mehabadê û dibêje Yekîtîya Sovyetan li dijî kurdan nîne û heke meriv wê li dijî kurdan nîşan bide wê ti xêra wê ji azadîya neteweyî ya kurdan re tunebe.

Yekem Şerê bîyolojîk

Mesut Alpî di vê serdema koronayê de bi sernavê "Yekem şerê bîyolojîk: Şerê Nisêbînê" nivîseke balkêş nivîsandîye. Alpî berê xwîneran daye Nisêbîna sedsala 5. û şerê di navbera Sasanî û Romayê  de. Arkeolog Alpî, teknîka ku Sasanî bikar anîye weke teknîkeke bîyolojîk bi nav kirîye û gotîye ev yekem şerê bîyolojîk e.

Lêkolîner Zeyneb Yaş ku ev demek e nemaze li ser muzîkarên kurd ên jin lêkolîna xwe didomîne di vê hejmarê de bi nivîsa xwe ya li ser Îran Xanê (Mucered)" cih girtîye. Hevpevyînan Înanç Yildiz a ligel Şerefhan Aydin li ser rewşa dawî ya nava Sûrê agahîyên girîng dide; Aydin di wexteke nêz digel heyetek çûbû nava Sûrê û çavdêrîyan kiribû.

Her wiha Bariş Avşar, Eyşana Beravî, Îbrahîm Karaca, Miradê Miradan, Hatice Yildiz, Evîn Şikakî û Elîf Eser bi nivîsên xwe; Ulku Bîngol bi çîroka xwe; Şêrko Bêkes, Adonîs û Firat Keklîk bi helbestên xwe ked dane kovarê.

Bîanet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin