Hejmara pêketîyên Koronayê li Dîlok, Riha û Dîyarbekirê zêde ne
Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 19 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Wezîrê Tendirustîyê jî parêzgehên hejmara pêketîyan lê zêde aşkere dike.
A+A-
Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 19 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 1 hezar û 8 kesên din jî bi koronayê ketin.
Bi vî awayî li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 382 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 214 hezar û 1 kesî bi Koronayê ketine.
Dîyar kir jî, Di 24 demjimêrên dawîn de bi başbûna 1 hezar û 56 kesan, hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne gihişt 195 hezar û 671 kesan.
Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê dîyar kir jî, herî zêde hejmara pêketinan li wan e: Stenbol, Enqere, Dîlok, Riha û Dîyarbekirê ne.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin