Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 34 Mîlyon Derbaz Kir
Hejmara pêketîyên vîrusa korona 34 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 34,124,948 kes bi vîrusa korona ketine.
A+A-
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 7,2 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 6,8 mîlyon pêketîyan Hîndistan û li dû wê jî bi 4,8 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,016,723 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 207,605 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 143,952 mirinan Brezîlya heye.
Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine 4739 kes bi wê mirine.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin