Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 40 Mîlyonî Dibe
Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 40 Mîlyonî Dibe
Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 40 mîlyonî dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 39,131,360 kes bi vîrusa korona ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 8 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 7,3 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,1 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê heta niha 1,101,083 kesan jîyanên xwe ji dest dane.
Amerîka bi 218,330 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 152,460 mirinan Brezîlya heye.
Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin