Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Tirkiyê gihîşt 17 hezar û 407 kesan
.
A+A-
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand, hejmara welatiyên ku di erdheja Mereşê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 17 hezar û 406 kesan.
Fahrettin Koca derbarê hejmara qurbaniyên erdhejê de, eşkere kir ku 17 hezar û 406 kesan canê xwe ji dest dane û 71 hezar û 806 kes jî birîndar bûne.
Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.
Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin