Hejmara zarokên DAIŞiyên Ewropî yên li Rojavayê Kurdistanê hat aşkera kirin
.
A+A-
Hejmara zarokên çekdarên Ewropî yên rêxistina terorîst a DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê hat aşkera kirin.
Piştî rizgar kirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞê, Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)ê jin û zarokên çekdarên DAIŞê li kampên Roj û Hol ên Rojavayê Kurdistanê kom kirin.
Du lêkolînvanên bi navê Rik Coolsaet û Thomas Renard li zankoyekî Bruksel a paytexta Belçîka ya Egmondê lêkolînek kirine û li gor wê lêkolînê hejmara zarokên Ewropî yên çekdarên DAIŞê aşkera kirine.
Li gor lêkolîna wan her du lêkolînvanan 610 heta 680 zarokên Ewropî li wan her du kampên Rojavayê Kurdistanê li gel dayîkên xwe di bin çav de ne û ji sêyan yek ji wan zarokan jî bi esil hemwelatiyên Fransayê ne.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin