Hejmarek ji çekdarên dijberîya Sûrîyê xwe radestî HSDyê kirin
Bi merca gehandina wan bo Îdilbê hejmarek ji çekdarên dijberîya Sûrîyê xwe radestî Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) kirin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Riwangeha Sûrîya ya Mafên mirov belavkirîye, hejmarek ji çekdarên dijberîya Sûrîyê yên ku li Girê Sipî dimînin, pêşnîyaz li HSDyê kirîne ku tevî çekên xwe xwe radestî wan bikin lê bi merca ku HSD alîkarîya wan bike ku bighine Îdilbê.
Li gor ku hatîye belavkirin, HSD razîbû alîkarya wan çekdaran bike lê Rûsîyê rê li ber wê yekê girt.
Riwangehê belav jî kirîye, ku bi berdewamî çekdarên dijberîya Sûryê ji navçeyên ku di vê dema dawî de kontirol kiribûn xwe dighînin navçeyên HSDyê û ew jî bi merema gehandina wan bo Îdilbê.
K24
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin