Hejmareke zêde ya geştyaran serdana Qersê dikin
.
Bajarên Bakurê Kurdistanê di van salên dawîn de hewla geşkirina kerta geştiyariyê didin û hejmara geştiyarên ku tên her zêde dibe. Qers jî yek ji bajarên sereke ye li Bakur ku hejmarek zêde geştiyar her sal qesta wir dikin. Ji ber ku bajar ji hêla mêjûyî ve xwedî serencameke dûr û dirêj e mîrateyên şaristaniyên cihê ku lê ne jî meraqa xelkê berv bi xwe ve dikêşin.
Bajarê dêrîn ku mazûvanî li çendîn şaristaniyan kiriye û beriya ku Tirkiye bibe komar bi çend sedsala bi sere xwe bûye komar. Qersa Bakurê Kurdistanê ku xwedî dîrokeke dûr û dirêj e ji hêla geştiyariyê ve rikeberiya Mêrdîn û Amedê dike. Pêngavên mezin ku van salên dawîn têne avêtin dike ku ev bajar bibe bendereke geştiyaran. Tê çaverêkirin ku tene vê zivistanê dora 500 hezar kes seredana Qersê bike.
Serokê Yekîtiya Geştiyariyê Halît Ozer dibêje: “Weke hun zanin yek ji bajarên herî kevn ên Tirkiye ye. 23 şaristaniyan tê de hukim kiriye û tenane bajar e li Tirkiye ku bi 3 welatan re sînorê xwe heye. Bajarê me xwedî gelek çandan e û gelek jî cîh û warên geştiyariyê li xwe digire. Gelek kultur, dîrok û ferhangan li xwe digire û bajarekî taybet e. Qers êdî debara xwe li hêla çandinî û sewalgeriyê bi geştiyariya xwe jî dike.”
Xirbeyên Aniyê ku dîroka wir digihîje beriya bi hezaran salan yek ji navendên sereke yên bajêre bo geştiyaran.
Geştyar Ozkan Polat jî got: “Dema ku meriv liv ir diğere û van eserên dîrokî dibine meriv kelecanî dibe bi rastî. Meriv aha lê dinêre meriv dibêje xwezî lê miqate bibûna û nehiştana xera bibe.”
Kela bajêr û mîmariya şaristaniyên cihê ku li her kuçeyên bajêr pekiyane jî bala xelkê zêdetir dikêşe ser Qersê. Navendên kaşînê û Expresa Rojhilat jî vir dike xevneke geştiyaran. Seferên eksprese ji 12 Mijdarê ve destpê dikin ta dawiya Adarê. 300 hezar tîkethen trênê jî ji niha ve hatine firotin.
Geştiyar Yagmûr Akkûrt jî got: “Min gelekî meraq dikir ûm min dixwest bi dile xwe lê bigerim jî. Her deverên wê gelekî baş in.”
Sala çuyî bandora pandemiyê hejmara geştiyarên ku hatine bajêr daxist dora 105 hezar kesan. Lê çaverê ye ku hejmara geştiyaran îsal bigihije 500 hezar kesî. Ji er qeyrana aborî ku qadên din xisar dîtine jî geştiyarî bûye yekemin debara bajêr.
Tevî ku bajar ji her deren xwe ve bi mîrateyên dîrokjî xemilandiye jî kêmasiya parastin û nûjenkirinê jî lê barkirî ye. Lewre piraniya avahî û eserên dêrîn terxankirî bêxwedî û li ber rûxyanê ne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin