Helbestvan û nivîskar Reşîd Yûsifî bi Koronoyê mir
Helbestvan û nivîskarê kurd Reşîd Yûsifî di temenê 48 salîya xwe de ji ber bêketina bi vîrusa Koronayê koça dawî kir.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Ligor zanyrîyên ajansên Rojhilatê Kurdistanê duhê êvarê nivîskar û helbestvanê kurd Reşîd Yûsifî li parêzgeha Sinê li nexweşxaneyê ji ber pêketina bi nexweşîya vîrusa Koronayê koça dawî kirîye. Reşîd Yûsifî di sala 1972an de ji dayik bûye û ji salên 1990î û heta 2000î li Encûmena Ferhengî Edebî û Hunerî ya Mewlewî Kurdî weke helbestvanekî ciwan roleke wî ya berbiçav hebû.
Heta niha dîwaneke helbestvan Reşîd Yûsifî çap bûye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin