”Hemahengî û danûstendina di navbera perçeyên Kurdistanê de girîng e!”
Cîgirê Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê li Amedê seredana PAKê kir.
A+A-
Cîhgirê Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê Dr.Salar Osman di 18.07.2017an Seredana Rêxistina Amedê ya PAKê kir.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û rêveberên PAKê pêşewazîya Dr.Salar Osman kirin.
Rêzdar Dr.Salar Osman, ji bo vê pêşewazîyê spasîya rêveberên PAKê kir. Mustafa Özçelik bixêrhatin û spasîya Salar Osman kir.
Dr. Salar Osman û reveberên PAKê di derbarê rewşa bakurê Kurdistanê û referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê de bîr û rayên xwe anîn zimanî. Û di pêwîstî û girîngîya hemahengî û danûstendina di navbera herdu perçeyên Kurdistanê de hemfikir bûn.
Hevdîtina Cîhgirê Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê Rêzdar Dr.Salar Osman û rêveberên PAKê di atmosfereke dostane û germ de derbas bû.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin