Hember Desteserkirina Fîncanci Dengên Nerazîbûnê Bilind Dibin

Hember Desteserkirina Fîncanci Dengên Nerazîbûnê Bilind Dibin

.

A+A-

Seroka Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) Pr. Dr. Şebnem Korur Fîncanci roja Çarşemê danê sibê bi tawana “Propagandaya rêxistina terorê” ji mala xwe ya Stenbolê hat desteser kirin.

Serdozgerîya Komarê ya Enqerê di çarçoveya qanûna têkoşîna dijî terorê de û bi tawana “propagandaya rêxistina terorê” derbarê Fîncanci de lêpirsîn vekiribû.

Serdozgerîyê ji dadgehê xwest ku seroktîya Fîncanci ya Konseya Navendî ya TTB were bidawîkirin û serokeke nû were hilbijartin.

Li Tirkîye desteserkirina Fîncanci di nav sazî û rêxistinên saxlemîyê û yên mafên mirovan de bû sedema nerazîbunên mezin.

Pêşî, TTB li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û desteserkirina Fîncanci şermezar kir.

“Di encama kempeyna armancgirtinê de mamosteya me Dr. Şebnem Korur Fincancî îro hat desteser kirin. Em van kiryaran bi ti awayî qebûl nakin. Emê li seroka xwe û yekîtîya xwe xwedî derkevin û tekoşîna xwe bidomînin!”

Piştre jî bi pêşengîya Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK) Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtîya Odeyên Endezyar û Mîmaran ya Tirkîyê (TMMOB), Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkîyê û Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) jî di nav de jimareke sazî û rêxistin li Navenda Giştî ya TTB preskonferansek li dar xist.

Sekreterê Giştî TTB Vedat Bulut, ku daxuyanîya hevpar xwend, got ku desteserkirina Fîncanci dijî hiqûqê ye.

“Ti gotinên Fîncancî ne sûc in. Di 21'ê Cotmehê de Buroya Hiqûqê ya TTB'ê bi Serdozgerîya Komarê ya Enqerê re hevdîtinek pêk anî. Hat ragihandin ku eger were xwestin Fîncanci dikare di demeke guncav de jibo îfadeyê were. Lê, tevî vê yekê yekê dozgerîyê dest bi pêvajoya desteserkirinê kir û ev pêvajo veguherî kempeyna reşkirina Fîncanci.”

Bulut bi berdewamî got ku ew wek rêxistinên ked û pîşeyî lînçkirina sîyasî û kiryarên nehiqûqî yên dijî Fîncanci qebûl nakin û daxwaza berdana wê dikin.

Çavkanî: VOA Kurdî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin