Hêmin Hewramî: PDK partiya pêşengî û surpirayzan e

Hêmin Hewramî: PDK partiya pêşengî û surpirayzan e

.

A+A-

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê Hêmin Hewramî îro (Duşem, 24.06.2024) di bernameya Basî Roj de ku ji aliyê Jîno Mihemed ve li ser şaşeya K24ê tê pêşkêşkirin ragehand, “Konferans ji bo bicihanîna peyrewa kongireyê pêk tê û xweberhevkirin e ji bo nûkirina berpirsyarîtiyên nav organên wê, ji aliyekî din ve jî konferans ji bo dana zêdetir enerjiyê bi organên wê ye.” Herwesa got, “PDK partiyeke mezin û xwedî û serkirde û xwedî doz e.”

Hêmin Hewramî li destpêkê ragehand, “PDK partiyeke mezin e û tenê ev sal û nîv e ku kongireya xwe kiriye, lê niha dest bi bicihanîna peyrewê kongireyê kiriye û konferansan li organên xwe dike, herwesa xweberhevkirin e ji bo nûkirina berpirsyarîtiyên nav organên wê, ji aliyekî din ve jî konferans ji bo dana zêdetir enerjiyê bi organên wê ye, ji bo erkên siyasî, partîtî û hilbijartinan ku partî piyade dike”.

Navbirî amaje jî da, “PDK çi carekê ji siyasetê natirse û bi tirs jî siyasetê nake, belkî birêveçûna konferansê ji bo bicihanîna peyrewî ye û herwesa ji bo xwenûkirinê ye.”

Wî Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê ron jî kir, “Yek ji erkên partiyên mezin û xwedî serkirdeyên hekîm û xwedî doz dînamîkîtiya siyasî ye, lewma PDKyê di wê çarçoveyê de pêşengî heye û erkên qonaxan bi cih tîne, xasma ku PDKyê baweriyeke temam bi xwe heye û ji bo her qonaxekê pêşengiyên taybet dê hebin.”

Hêmin Hewramî tekez jî kir, “PDK partiyeke pasîv nîne belkî partiya pêşengî û surpirayzan e, bi wê manayê ku berdewam di bizava çarekirina arêşeyan û peydakirina rewşeke erênî û erênîtir de bûye.” Herwesa got, “PDK partiya bijare an jî ya texeke diyarkirî nîne, belkî nûnerîtiya piraniya cemawer û astên cuda cuda dike.”

Navbirî tekez jî kir, “PDK rêkxistîtirîn partiya siyasî ye, ne tenê li ser astê Herêma Kurdistanê, belkî bi şahidiya hin ji dezgehên taybetmend li ser astê Îraq û Rojhilata Navîn jî rêkxistîtirîn partiya siyasî ye.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin