Hemû beşên milletê KURD divê bi baldarî li wêneya NOTRE DAME binihêre û binirxînin…
Cano AMEDÎ
Hemû nûner û serokên dewletan ji bo vekirina Notre Dame li Parîsê civîyan. Ev wêne weke bîrhatî hatîye kişandin lê bi ya min peyamek gîring radixe ber çavan…
Divê em wê peyamê baş bixwînin û bi nîrxînin…
Ev wêneya hanê ji bo siberojê peyamek dide me…
Divê kurd berê xwe bidin rojeva û berjewedîyên xwe li her derî û di hemû platforman de binin ziman û bixin rojevê…
Divê hemû alîyên Kurdî bi hişmendîyek netewî, paşeroja berjewedîyên milletê xwe bifikirin û qeyranên bandora xwe li ser rojevê nîşan dide baş bixwînin.
Binhêrin heta do kontrola saha asmanî ya Sûrî di destê Rûsan de bû lê niha di kontrola Îsraîl de ye. Îsraîl bi firokên şer baregehên leşkerî û balafirxanên li Sûrî bombebaran dike…
Neyarên milletê Kurd û dagirkerên hov bi tirs mêze dikin.
Dewletên dagirker li hemberî pêvajoyê xwe li kerr û lalbûnê danîne. Tenê bi destê çeteyan li dijî milletê Kurd şer dikin.
Îro derfetên zêrîn derketîye holê divê hemû alîyên Kurdî bi stratejîyek netewî tevbigerin û rê li ber nîzama dijî Kurd û dewletên dagirker asê bikin…
Milletê Kurd, bi siyasetek millî û stratejiyek netewî divê hemû sînerjîya xwe ji bo azadî û serxwebûna xwe mobilize bike û rê ber encamên dîrokî vebike.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin