Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn

.

A+A-

Weşanên Avestayê bi minasebeta 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hemû helbestên wî di dîwaneke bi navê Botannameyê de çap kir.

Botannameya Berken Bereh ji 10 dîwanên kevn, dîwaneke nû, hinek nivîsên li ser wî û wêneyan pêk tê.

Weşanên Avestayê diyar kir ku Botanname dê tenê careke were çapkirin û dibe berhema 900î ya Weşanên Avestayê.

Weşanên Avestayê diyar kir ku dê helbestvan Berken Bereh sibe û dusibe li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê be û Botannameyê îmze bike.

Berken Bereh kî ye?

Sala 1954an li bajarê Şirnexê ji dayîk bûye.

Cara yekem helbestên wî di kovara Tîrêjê de hatine belavkirin.

Heta niha helbest û nivîsên wî di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de belav bûne (Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar û hwd.).

Sala 1999an bi navê Kulîna Kulîlkan kovareke înternetî amade kir û çar hejmarên vê kovarê derketin.

Hin helbestên wî li Tirkî, Almanî, Fransî, Erebî û Farisî hatin wergerandin.

Li Bakur û Başûrê Kurdistanê tevlî gelek konferans û panelên edebî bûye.

Bandora wî li ser gelek helbestvanên ciwan ên Bakurên Kurdistanê heye.

Helbestvan li Êliha Bakurê Kurdistanê dijî û hîn jî bi awayekî çalak helbestan dinivîse.

Berhemên Berken Bereh ên çapbûne wiha ne:

Êş (Weşanên Sî, 2001)

Şagirtên Evînê (Weşanên Sî, 2003)

Pandomîm (Weşanên Belkî, 2006)

Şîna Helbestê (Weşanên Doz, 2008)

Dilê min palgeh e ji işqê re (Weşanên Lîs, 2011)

Ji Dûriyê re (Weşanên Lîs, 2013)

Xewna Dawî (Weşanên Lîs, 2016)

Xana Xemê (Weşanên Lîs, 2018)

Çemê Baranê (Avesta, 2019)

Wisa Tê Bîra Min (Avesta, 2020)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin