Hemû stranên Şakiroyî wê ji nû ve werin weşandin

Hemû stranên Şakiroyî wê ji nû ve werin weşandin

.

A+A-

Enstîtuya Çandê ya Kurdî Almanî (Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut) wê hemû stranên Şakiro, Şahê Dengbêjan ji nû ve biweşîne. Enstîtuyê hemû mafên weşanê ji Umît Denîz, kurê Şakiroyî wergirtiye.

Enstîtuya Çandê ya Kurdî Almanî (Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut) biryar daye ku hemû stranên Şakiro, Şahê Dengbêjan ango "Kewê Ribat" ji nû ve biweşînin.

Hakan Akay, Dîrektorê Enstîtuyê ji bianetê re diyar kir ku wan bi Umît Denîz, kurê Şakiroyî re li hev kirine û ew ê hemû stranan ji nû ve biweşînin. Li gorî zanyariya ku Enstîtuyê daye, Umît Denîz, tekane mîratgirê fermî yê Şakiro ye û wan pê re peymanek girê daye.

Li gorî zanyariyan, 215 stranên ku niha li ber dest hene û her weha komek jî yên heta niha nehatine weşandin, wê li gorî teknolojiya roja me werin amadekirin û weşandin. Li gorî vê gavê, hemû berhemên Şakiroyî wê cara yekem be ku bi li ser hev û weke kulliyatekê werin weşandin.  

https://bianet.org/resim/olcekle/112082/475/401

Fotograf: Hakan Akay û Umît Denîz

Enstîtu her weha wê arşîva fotograf û vîdeoyên Şakiroyî jî ji bo weşanê amade bike.

Akayî got ku ev, ji bo parastina dîrok û arşîvkariya kurdî gaveke dîrokî ye û ew weke Enstîtu hewl didin xwe bigihînin hemû berhemên dengbêj û stranbêjên kurd û wan ji nû ve biweşînin. Enstîtuyê li gel beşek hunermendan, mafê weşandina berhemên Şeroyê Biroyî û yên Şiyar Farqînî jî wergirtine. 

Her weha Enstîtu amadekariyê dike ku li dijî dem û dezgeh û kesên berhemên Şakiroyê bê destûr bikar tînin, serî li rêyên hiqûqî bide.

Derbarê Enstîtuyê de

Enstîtuya Çandê ya Kurdî Almanî beriya niha nêzîkî bi du salan dest bi xebatên xwe kiriye. Hakan Akay, Dîrektorê Enstîtuyê di Hezîrana 2019ê de ji Suna Alan re axifîbû û ji bo armancên Enstîtuyê wiha gotibû:

“Ez zanyarîyên me yên di derheqê çand û hûnera kurdî de dîşibînim zanebûna feylesofê serdema Yewnana Antîk, Demokritî ya ku 2500 sal berê di derheqê “Atomê” de dizanibû. Demokrit tiştê herî piçûk ê di xweyazê de wekî Atomus, ango Atom bi nav kiribû. Lê dîroka agahdarîyên li ser parçebûna Atom û parçeyokên Proton, Neutron û Elektron heta agahdarîya hebûna parçeyokên Protonê bi qasî 110-120 sal e. Ger ez bi kêm-zêde bêjîm, bi gelemperî zanebûna me ya di derheqê tarîx, çand û hunera kurdan de, tevî tiştên ku me bihîstine û me bi xwe afirandine bi qasî zanebûna Demokrit a ku 2500 sal berê ji bo“atomus”  gotîye, ye. Bê şik ger meriv pêvajoya dijwar a sosyal-çandî ya ku gelê me dijî û mêzîna polîtîk a navnetewî berbiçav bike, hatina vê merheleyê jî bi qasî zanyarîya “atomus” girîng e û hêja ye. 

 

Bianet / Ferît Demîrel

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin