'Her Mal Dibistanek' xelat girt
Belgefîlmê 'Her Mal Dibistanek' ku têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê digire dest, di çarçoveya 12'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentarîstê de xelata Xelata Behreyê ya Nû girt.
Belgefîlmê 'Her Mal Dibistanek' ku têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê digire dest, di çarçoveya 12'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentarîstê de xelata Xelata Behreyê ya Nû girt.
Mihrîcana 12'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentarîstê ku di navbera 15-20'ê Hezîranê de hat lidarxistin, duh bi merasîmekê bi dawî bû. Xelata Behreyê ya Nû ya Johan Van Der Keuken ku di çarçoveya mihrîcanê de tê dayîn, bi belgefîlmê 'Her Mal Dibistanek' Derhêner Ardîn Dîren girt.
Her wiha di çarçoveya mihrîcanê de xelata FIPRESCI'yê jî bi Belgefîlma Ruzgarın Goturdugu (Tişta Ba dibe) ku têkoşîna jiyanê 32 keçên êzidî dike mijar, Derhêner Helîn Çelîk û Martîn Klîngenbock girtin.
Di mihrîcanê de ji 35 welatan 83 belgefîlm hatin pêşandan û gelek atolye û forûm hatin lidarxistin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin