Her sal 50 hezar kes bi kêşana cigareyê jiyana xwe ji dest didin

Her sal 50 hezar kes bi kêşana cigareyê jiyana xwe ji dest didin

.

A+A-

Serokê Navenda Tenduristî û Jîngehê ya Îranê Cefer Cindqî ragihand, her sal 50 hezar kes bi sedema kêşana cigareyê jiyana xwe ji dest didin.

Bikaranîna cigareyê di nav keçên nûciwan ên temen 13 heta 15 salî 135% zêde bûye, asta bikaranîna cigareyê ji hêla zarokan ve gihiştiye temenê 9 heta 10 salî, lê rêjeya bikaranîna cigarê di nav keçên nûciwan de zêdetire.

Cindqî her wiha got, dirûşma vê hefteyê “Parastina Zarok û Nûciwanan e li hember Cigareyê; Maf û Berpirsiyariya Hemûyan” hatiye hilbijartin.

Li gorî amarên şandin û hawirdekirina berhemên cigareyê di meha Nîsana 2023’an de, li Îranê nêzî 90 milyar cigare hatine kişandin. Ev hejmar 20 milyar zêdetir ji texmîna destpêkê ya Wezareta Pîşesaziyê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin