HESEKÊ BÊ AV E: Milyonek kes mexdûr in

HESEKÊ BÊ AV E: Milyonek kes mexdûr in

.

A+A-

 Li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, ji ber qutkirina ava Elokê nêzîkî milyonek kes rastî astengî û zehmetiyan tên.

Bi sedema krîza avê, li Hesekê zehmetî, astengî û alozî derdikevin holê.

Ava vexwarinê û şûştinê peyda nabe û êdî rewşeke gelekî zehmet derketiye holê.

Hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar ên ser bi wê, di van salên dawiyê de ava Elokê bi dehan caran qut kiriye.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, halê nêzîkî mîlyonek şêniyên Hesekê û çoltera wê ji ber krîza avê gelekî xerab e.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Saziya Avê ya Hikûmeta Sûriyeyê dibêjin ku ew hewl didin bandora krîza avê sivik bikin.

Birêvebirê Giştî yê Saziya Avê ya Hikûmeta Sûriyeyê yê Hesekê Mihemed Osman eşkere kir ku ew bi alîkariya hinek rêxistinan kar dikin ji bo 591 depoyên ava vexwarinê li kolanên bajarê Hesekê û li nav parkan deynin.

Ji bo paqijkirina avê jî li Hesekê 8 stasyon hene lê hinek ji wan, ji ber ziwabûna bîrên avê naxebitin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin