
Heta Heşda Şeibî çekan daneyne Amerîka peymaneke nû bi Iraqê re çênake
.
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê yê karûbarên leşkerî Babekir Zêbarî da zanîn ku aliyên Iraqî, bi taybet di asta hikûmeta Iraqê de dixwazin rêkeftina stratejîk a nû li gel Amerîkayê bikin û Amerîkayê jî daxwazên wê ji Iraqê hene.
Babekir Zêbarî ji BasNewsê re gotiye: “Hîn ne diyar e Amerîka li gel Iraqê dê bigihe kuderê, gotûbêj û danûstandin dest pê kirine ka em bizanin dê bigihin çi rêkeftinê. Ji ber Heşdî Şeibî û grubên din yên Iraqê red kirine çekan deynin û rewş metirsîdar e, hemû ew gotêbêjên di navbera Iraq û Amerîkayê de têne kirin, girêdayî çekdanîna Heşdî Şeibî ye.’’
Babekîr Zêbarî diyar kir: Hikûmet dixwaze li gel Amerîkayê rêkeftineke nû ya ewlehiyê îmze bike, lê aliyên Heşdî Şeibî rêgir in, pirsgirêk ew e Iraq şiyana wê tine gruban kontrol bike û çekan bi wan bide danîn.’’
Zêbarî got: Eger çekan daneynin, Îsraîl û Amerîka ji bo Iraqê qebûl nakin ûhişyarî jî dane.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin