"Heta hûn xanî ava nekin bi rindî li ser rengê boyaxê nebin du bendî"
Şandeya Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê ya Batmanê çû serdana Hudaparê
Roja 14ê Tebaxê şandeya Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê ya Batmanê çû serdana HÜDAPAR’ê. Serok û endamên HUDAPAR’ê bi dilgermî pêşwaziya şandeyê kir.
Berdevkê Înîsiyatîfê Aydin Uneşi derbarê armanc û xebatên Înîsiyatîfê de hin agahdarî dan û got ; ew weke Înîsiyatîf di vê baweriyê de ne ku êdî mesele ji piştgiriyê derbas bûye, bûye meseleya xwedîlêderketinê. Her wiha Uneşi bi helbesta Cegerxwîn a dibêje "heta hûn xanî ava nekin bi rindî li ser rengê boyaxê nebin du bendî" balê kişand ser rewşa kurdan a heyî û domand; kurd neçûne daw û doza xak û avên xelkê nakirine, li welatê xwe ne û mafê xwe yî rewa bi rê û rêbazeke demokratîk dixwazin.
Piştî axaftina Uneşî serokê HÜDAPARê yê Batmanê Davud Şahin, piştgiriya xwe eşkere kir û got ku; ew weke HÜDAPAR’ê rêz li vê biryara ku Hikumeta Herêma Kurdistanê wergirtiye digirin û bi dil û can li cem xelkê xwe ne ku xebata vê rapirsînê dimeşînin û wisa domand: “Piştî ku kurd karibin birêvebirina xwe ew bixwe bikin divê em giş piştgiriyê bidin û biratiya xwe nîşan bidin.” Her wiha Şahin diyar kir ku di meseleya rapirsîna serxwebûnê de ew bi rêvebiriya Başûr re di nav têkiliyê de ne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin